Enqere: Komeleya bi navê KUSÎ-KURD vebû

Enqere (Rûdaw) – Li Enqereyê, saziyeke kurdî-hunerî bi navê Komeleya Sînemager û Televîzyongerên Kurd (KUSÎ-KURD) hat vekirin.

Li Tirkiyeyê, komeleyek ji bona piştevanîkirina kesên ku di warê sînema û televîzyonê de kar dikin, avakirin.

Navê wê komeleyê, Komeleya Sînamger û Televîzyongerên Kurd (KUSÎ-KURD) e.

Di nav komeleyê de jibilî karên hunerî û sînemayî endamên komeleyê zimanê kurd jî fêr dibin…

Jixwe ji navê wê re jî tê dîtin, wêneya Kursiyekê li ser logoya komeleyê hatiye danîn…