Arjen Arî li ser gora wî hat bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw)- Malbat û hezkiriyên helbestvanê navdar ê kurd Arjen Arî îrp li ser gorî wî ew bibîr anîn.

Malbatata Arjen Arî û hezkiriyên wî û Weşanxaneya Sor îro 30ê Cotmeha 2022yan de li Goristana Yenîkoy a Amedê beşdarî merasîma bibîranîna Arjen Arî bûn.

Di bîranînê de pirtûka Arjen Arî ya bi navê “Bakûre Helbestê Antolojiya Helbesta Bakûr” pêşkêşî beşdarên bîranînê hat kirin.

Herwiha HDPê jî bi boneya salvegera Arjen Arî peyameke bîranînê li ser hesabê xwe belav kir û têde dibêje: “Di 10'emîn salvegera koça wî ya dawî de em şairê hêja, hosteyê helbesta Kurdî ya nûjen #ArjenArî bi rêzdarî û bi rehmet bi bîr tînin.”

Arjen Arî ku di sala 2012an de hêj di 56 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir li dû xwe gelek berhem hiştin. Şairê Kurd xwedî 9 dosyeyên helbestan e. Pirtûkên wî ji aliyê çend weşanxaneyên cuda ve hatine çapkirin. Cara ewil hemû helbestên wî bi hev re, weke setekê ji aliye Weşanên Sor ve hatin çapkirin.