Sibe xelatên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê tên pêşkêşkirin

30-10-2022
RÛDAW
Sibe 13mîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê bi dawî dibe. Wêne: Rewend Cewad
Sibe 13mîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê bi dawî dibe. Wêne: Rewend Cewad
Nîşan Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çalakiyên 13mîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û bi beşdariya fîlmên Kurdî yên ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê berdewam e û dê sibe Duşembê fîlmên serkeftî bên ragihandin û xelatên festîvalê bên dayîn.

Endamê Beşa Ragihandinê ya Komîteya Amadekar a 13mîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê, Rewend Cewad ji Rûdawê re ragihand, “demjimêr 11:00 îro bi dema Ewropayê fîlma Kabulê tê nîşandan, paşê dê çend fîlmên zarokan bên nîşandan û nîşandana kurtefîlman dê di demjimêr 16:00 êvarê de be.”

Ji bilî nimayişkirina fîlman, lidarxistina çend panelên taybet bi fîlm û sînemayê di 6 rojên birêveçûna festîvalê de hatibû plankirin û rojane fîlmên sînemakarên Kurd tên nîşandan.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê ku cara ewil di sala 2005an de hat lidarxistin û îsal bo cara 13emîn hat lidarxistin, di 26ê Cotmehê de dest pê kir û heta 31ê Cotmehê wate sibe Duşembê berdewam dibe.

Di festîvala îsal de 28 fîlmên Kurdî û biyanî beşdar bûne, ji wan fîlman jî, 10 belgefîlm, 11 kurtefîlm û 2 fîlmên kartonî ne.

Îsal sê xelat ji bo fîlmên serkeftî tên pêşkêşkirin; Xelata baştirîn fîlma Kurdî, xelata baştirîn belgefîlm, û xelata taybet a festîvalê.

Herwiha îsal xelateke din bi navê Xelata Erhan, sînemakarê Bakurê Kurdistanê hatiye zêdekirin ku îsal li Tirkiyê hat desteserkirin û niha di girtîgehê de ye.

Festîvala îsal bi konsera Hîvron û bi nîşandana fîlma “Cîran” a Mano Xelîl derhênerê serkeftî yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Endamê Komîteya Amadekar a Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê, Bîlal Bulut berê ji Rûdawê re gotibû: “Ji bo festîvalê 94 fîlman serlêdan kiribû, lê me ji wan 28 fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtêfîlm hilbijartin û em dê wan di nava 6 rojan de nîşan bidin.”

Bîlal Bulut diyar kiribû ku dirûşma 13mîn Festîvala  Fîlmên Kurdî ya Hamburgê “Jin, Jiyan, Azadî” ji berxwedana Rojhilatê Kurdistanê hatiye wergirtin.

Bulut diyar kir ku ji çar perçeyên Kurdistanê gelek fîlmên baş hene û da zanîn ku di festîvala îsal de dê fîlmên derhênerên Ukraynî û Efxanî bên pêşandan da ku ji bilî erdnîgariya Kurdistanê, balê bikşînin ser şer û wêraniyên ku li seranserê cîhanê berdewam in û hevgirtinê nîşan bidin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst