Sedat Kiran birinca Qerejdaxê kir belgefîlm: Mîrkut

Amed (Rûdaw) – Belgefîlma Mîrkut ji aliyê derhênerê fîlman Sedat Kiran ve hatiye çêkirin. Ji ber ku li herêma Qerejdaxê ku dikeve navbera Amed, Riha û Mêrdînê berhemê herî navdar birinc e, wî xwestiye vê belgefîlmê li ser birincê amade bike.

Derhênerê Belgefîlma Mîrkut Sedat Kiran got: “Çaxa em dibêjin mîrkut, ew birinca çeltûgê dikin hebên wê ji hev diqetînin, di wê de rîtûelek heye. Ew rîtûel, gotinên wê digihije hezaran sal berê. Di çanda kurdan de ev folklorîkek e, lîstik li ser çêbûye.”

Derhêner Sedat Kiran hemû belgefîlm bi derfetên xwe yên aboriyê çêkiriye. Bi qasî 150 hezar lîreyê tirk lê xerç kiriye. Pereyê ku ji zeviyên xwe yên gund bi dest xistiye li vê belgefîlmê razandiye.

Sedat Kiran dibêje: “Wextê ev birinc tê çandin bi teknîkeke kevin tê çandin. Gelê wê herêmê li hev kom dibin, qenalên avê vedikin. Ev pir tiştekî zehmet e. Piştre toxim davêjin, heta ku ew toxim derdikeve û tê avdan, ew karekî gelek zehmet e. Dora 6 mehan ez bi cotkaran re bûm heta ku belgefîlm qediya.”

Xelkê gundê Qerejdaxê û hevalê Sedat Kiran, Hamza Agan jî dibêje: “Sedat Kiran dora sê çar caran ji mirinê xilas bû. Yanî qeza kir. Carekî dema wergirtina dîmenan de berf bû, di bîrê de wer bû. Carek çû li vê hêla Çemê Firatê li ser xaniyên berê de dîmen digirt kete xwarê, sê heb movikên pişta wî şikest. Dîsa şikûr. Her dewam dike. Sedat pir meraqdar e. Xwezî çar kesên wekî wî hebûya û çanda me bianiya ziman û dinya bi me bihesiya.”

Sedat Kiran beriya Mîrkut bi belgefîlma bi navê Abûr ku li ser koçeriya li Qerejdaxê amade kiribû bi vê belgefîlmê tevli gelek festîvalan bibû. Herî dawî di Festîvala Belgefîlman a Berlînê de di nava 10 fîlmên herî baş de di fînalê de cih girtibû.

Kiran wiha behsa girîngiya herêma ku belgefîlm lê amade kriye kir: “Ev herêma ku em qal dikin, em qala Siwêregê dikin. Li Swêregê di hêla sînemayê de Yilmaz Guney heye. Gundê wî li hemberî me ye. Ew di sînemaya cîhanê de bûye pêşeng. Di hêla edebiyatê de Mihemed Uzun heye. Ew jî ji vir e, ji gundekî li vir e. Şivan Perwer jî di hêla muzîkê de gelek serkeftî ye û ew jî ji vê derê ye. Ew ekolên mezin in. Ez jî hewl didim li ser rêça wan biçim. Ez nikarim bigihijim wan lê dixwazim weke wan ji gelê xwe re xizmeteke baş bikim û tiştekî nû ava bikim.”

Zimanê Mîrkut weke belgefîlmên berê bi temamî kurdî ye. Jêrenivîsên wê bi Tirkî û Îngilizî jî hatine amadekirin. Her çiqas çavê derhêner li festîvalên navneteweyî be jî ew ji vê zêdetir dixwaze Mîrkut di Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney ku li Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin de cih bigre.