Arjen Arî i ser gora wî hat bibîranîn

Amed (Rûdaw) - Rêveber û endamên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komaleya ÇARPELê ligel komeke nivîskar, hunermend û lêkolîner li Amedî helbestvanê navdarê kurd Arjen Arî li ser gorî wî bibîr anîn.

Şanda PAKê û ÇARPELê ligel çend nivîskar û hunermendên kurd îro li Goristana Yenîkoyê li ser qebra Arjen Arî civîyan û ew di seyemîn salvegera wefata wî de bibîr anîn.

Malbata Arjen Arî jî li ser gorî wî amede bû û PAKê û ÇARPELê heryekê çelengek danîn ser qebra wî û sersaxî dan malbata Arî.

Li ser qebrê  Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurî Sinir li ser jîyana Arjen Arî axaftinek kir. Serokê Komeleya Çand û Hunerê  ÇARPELê Murat Aba jî helbestek ya Arjen Arî xwend. Helbestvanê navdar Berken Bereh li ser helwestên Arjen Arî axaftinek kir , çend  çarînên  wî xwend.

Berken Bereh  li ser welatperwerîya Arî sekinî û got ku ; "Arjen Arî digot ku heger hûn bixwazin bizanin ez kî me, li Ehmedê Xanî binêrin."