AMED - 3 endamên Koma Hevrayê ji ber stranên Kurdî hatin desteserkirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Koma Hevra Stranên Kurdî Amed Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 3 endamên Koma Hevrayê ji ber stranên Kurdî yên ku di şahiya Şaredariya Amedê gotibûn hatin desteserkirin.

Şaredariya Amedê ya DEM Partiyê duh bi şev şahiyeke taybet li Meydana Şêx Seîd li dar xist û gelek kom û hunermend beşdarî şahiyê bûn.

Yek ji wan jî Koma Hevrayê bû û endamên di şahiyê de stran gotin.

Îro jî endamên komê, ji bo piştevaniyê Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ziyaret kir.  

Endamên Komeleyê MED-DERê piştî ji komeleyê derketin, polîsan pêşiya wan girt û polîsan diyar kir ku derbarê wan de biryara desterserkirinê heye.

Ji endamên Koma Hevrayê Zeynep Dogan, Gencay Morkoç û Yusuf Keleş jî ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê endamên komê birin Birêvebiriya Polîsan a Bajêr.

Tê gotin ku ew ji ber stranên Kurdî yên ku duh gotibûn hatine desteserkirin. 

“Gel dê li ber xwe bide”

Li aliyê din, DEM Partiyê jî derbarê desteserkirina endamên Koma Hevrayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got:

“AKP bi awayekî sîstematîk siyaseta li dijî Kurdan û êrişên li ser ziman û çanda Kurdî didomîne.

Em ji vir radigihînin, ew dê ti carî bi ser nekevin.

Gelê me bi salan li hemberî êrişên li ser zimanê Kurdî li ber xwe da û ziman û çanda xwe zindî hişt û ji niha û pê ve jî dê li ber xwe bide.

Zimanê me hebûna me ye, em dê li zimanê xwe, çanda xwe xwedî derkevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst