WÊNE – Ji xurdeyan peyker

Amed (Rûdaw) – Hunermendê kurd ê nîgarkêş û peykertraş Seywan Seîdiyan li Amedê ji xurdeyan peykera çêdike.

 

Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Seywan Seîdiyan ji Rûdawê re diyarkir ew li Amedê bicih bûye û li wê derê kargeha peykeran vekiriye.

 

Seîdiyan da zanîn wî ew peykerên di kargeha xwe de çêkirîn daye pêşandan.

 

Herwiha hunermendê kurd ragihand, wî beriya niha jî peykerên xwe di pêşangehekê de daye nîşandan û piraniya wan firotine.

 

Seîdiyan got, ew dixwaze li Stenbolê jî pêşangehekê veke.