Sefqan Orkêş klîbeke nû belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Sefqan Orkêş berhema xwe ya herî nû  ya bi navê “Ma ez dê çi bikim” weke videoklîb belav kir.

Ev berhem jî wek hemû berhemên Sefqan Orkêş bi xwe awaza jê re daniye û gotinê wê jî ji aliyê Îmad Hemdî ve hatiye nivîsandin. 

Orkêş da zanîn ku karê muzîkê yê berhemê ji aliyê muzîkjenên Kurd, li Bakurê Kurdistanê, Almanya û Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin û li Amûdê hatiye tomarkirin.

Sefqan Orkêş ku bi navê wî yê tam Mihemed Remezan Hesen e, di sala 1976 an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û di zarokatiya xwe de dest bi karê xwe yê hunerî kiriye û ji teneke û daran saz çêkiriye.

Di 11 saliya xwe de bi Koma Agirê re stran gotine û berhemên xwe li ser kasetan tomar kirine. Di wê demê de Sefqan Orkêş yekem zarok bû li Rojavayê Kurdistanê berhem tomar kirine û piştre jî bi koma muzîkê ya Orkêş re kar kiriye.

Orkêş ku xwediyê sê albûmên stranan û çend single û vîdeoyên takekesî ye, ji bilî Rojava û Başûrê Kurdistanê li Rûsya, Îmarat û Qeterê jî konser û şahî pêşkêş kirine.

Ji bilî dengbêjiyê, wî kariye li çend amûrên muzîkê lê bide û beşeke mezin ji stranên gotine wî bixwe nivîsandine û jê re awaz daniye.

Hunermendê Kurd, wek pêşkêşvan ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê kar kiriye û ji bilî bernameya “Paşîvê”du bernameyên din jî pêşkêş kiriye, bi navê "Awazên Rojava" û "Ji Rojava".

Sefqan Orkêş ku li Qamişlo dijî beriya niha diyar kiribû ku Kurdistan di çi rewşê de be jî ew bi ti awayî terka welatê xwe nake û her li Kurdistanê dimîne.