Pêkan e roman wek janreke edebî mîna vekolîneke edebî jî bê dîtin. Ez dixwazim bêjim ku hinek fîlosofan roman nivîsandine, lê li şûna ku bi lêkolîneke felsefî yan wêjeyî teorî û bîrdoziyên xwe nîşan bidin, rabûne ev kar bi rêya romanê cîbicî kirine. Yanî mimkin e em wek lêkolînekê li romanê binerin ku çawa dikare realîteyê ji me re kifş bike.
Li vir çend mînak ji wan romannivîsan hene ku bi romanên xwe felsefe û tezên xwe nivîsandine, da ku ew bawerî li ba me cih bigire ku erê pêkan e em romanê wek vekolîneke psîkolojî, sosyolojî, kultûrî û bûnnasî bibînin. Wek mînak Jean-Paul Sartre bi romana Xelîn, Albert Camus bi romanên Taiûn û Ketin û çend berhemên din.
Cihê kêfxweşiyê ye ku romannivîsên Kurd jî di vê heyamê de romanê di vegotina çend bûyer û çîrokan de berteng nakin. Lê belê ew romanê dikin qadek ji bo vekolînên sosyolojî, psîkolojî û dîrokî.
Axaftina li ser Rojhilat û Rojava, nîşandana hevrikiyên van herdu cemseran (qutban) di aliyên olî, zanistî û kultûrî de di romanên gelek romannivîsên Kurd û biyanî de cih digire. Wek mînak romannivîsê Tirk Orhan Pamuk di romana Keleha Spî û romana Berfê de pir bi hûrbînî li ser van herdu cemseran axiviye.
Sûdwergirtina ji dîrokê yek ji xasiyet û taybetmendiyên nivîsandina romanê li ba romannivîsê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost e. Xwîner dikare romanên wî mîna vekolînan bixwîne.
Romana Martînê Bextewer a Jan Dost ku wergêrê jêhatî Sebah Îsmaîl wergerandiye Kurdiya Soranî, romanek e qada karkirina wê berfirehtir e. Ji ber ku romannivîs li ser neteweyeke tenê napeyive wek neteweya Kurd, lê belê qala du cemserên hevdij dike. Di vê romanê de bûyer ji Rojava ber bi Rojhilat ve diqewimin û rû didin.
Karakter mirovekî Rojavayî ye û li pey bexteweriyê ber bi Rojhilatê ve dide ser rê. Hê ji destpêkê ve em têbînî dikin ku ev herdu cemser bûne qurbaniyên çend bîr û bawerî û nerînan. Wek mînak nerîna Rojava li ser Rojhilat bi çend bîr û baweriyên îdeolojîk hatiye barkirin. Nerîna Rojhilat li ser Rojava jî bi heman awayî ye.
Lewma jî wek Edward Seîd di pirtûka “Rojhilatzanî” de tîne zimên, ev Rojhilata ku em lê dijîn hatiye rojhilatîkirin. Çimkî Rojava xwe wek navenda mejî û pêşketinê dibîne û hemû kultûr û şaristaniya Rojhilatê red dike. Lewra jî dîmena koça xelkê Rojavayê ji me re wêne dike bê çawa xelk ji ber şerê di navbera mezhebên Mesîhiyetê de direvin. Di vê dema niha de xelk bi berevajî û bi sedema nakokî û şerê di navbera mezhebên Îslamê de ji Rojhilatê direvin.
Paşê ji ber şerê olî du cemser çêdibin. Cemsera Îslamê ku Osmaniyan rêberiya wê dikir û cemsera Mesîhiyetê ku xaçperestan rêberiya wê dikir. Cenga herî kûr ku di vê romanê de tê wênekirin, ew ceng e ku di xana Sefer Şah de diqewime. Misilman û Mesîhî şerekî bixwîn û giran dikin. Balkêş e ku romannivîs dixwaze nîşanî me bide ku tişta Rojhilat û Rojava bi rêve dibe, ne cenga di navbera du dijminan de, lê ol û îdeolojî ye. Yanî ew ceng ne di navbera Rojhilat û Rojavayê bi xwe de ye, lê belê cenga di navbera ol û îdeolojiyan de ye.
Di aliyê hunerên vegotinê de, ev roman ji romanên Jan Dost ên din cudatir hatiye nivîsandin. Yek ji xalên hunerî yên vê romanê, hebûna perawêz û jêrenotan e wek beşekê ji vegotina bûyeran. Li piraniya cihan, dema navê kesekî tê anîn an cihek an bûyerek, wê çaxê wergêr di jêrenotan de bi hûrgilî li ser dipeyive.
Bi baweriya min, ev teknîk du erkên hunerî yên bedew cîbicî dike. Yekem ew e ku romannivîs bi vê teknîkê xwe ji hejmareke zêde ya wesfên dirêj parastiye. Piraniya wesfên ne pêwist û dirêj di wan jêrenotan de cih digirin. Eşkere ye ku wesfên dirêj dibin sedema sistbûna bûyeran û demeke zêde ya xwîner û wergêr dikujin. Lewra jî ew wesfên ku dirêj û ne sereke ne di jêrenotan de bi cih kirine.
A duyem jî gelek bûyerên ne sereke hene di wan jêrenotan de behsa wan kiriye. Ev bûyerên ne sereke bi hêleke pir zirav ve girêdayî romanê ne. Wek mînak di serê saetekê de ku naqosê kilîseyê lê dide, di jêrenotê de behsa (Karl û Coric) dike, bê çawa Karl li hemberî pereyan seksê bi Coric re dike. Herdu di nav kilîseyê de dijîn û naqoslêderên kilîseyê ne. Ji aliyekî din ve pir behsa dîroka tiştan heye ku di wan jêrenotan de tên behskirin. Yanî van jêrenotan wek teknîk aliyê hunerî yê romanê bihêz kiriye.
Aliyekî din ê hunerî yê vê romanê vegotina bi rêya nameyan e. Lê name negihîştin ti cih an kesekî. Hemû name di sê defteran de hatine nivîsandin. Vegotina bi rêya nameyan hewldanek e da ku vebêjer û karakter bi rêya nameyan her tiştî bêjin, çimkî name cihekî kesîtî ye û mirov dikare bi hûrgilî û berfirehî behsa qewimîn û bûyeran bike. Ev name dibin dengê navxwe yê vebêjer, bi rêya wan em serwextî rewşenbîrî û ziman û bîr û baweriyên wî dibin. Çimkî eger ne bi rêya nameyan be, dibe ku vebêjerê hertiştzan nehêle her tiştî kifş bike.
Cihê têbiniyê ye ku di vê romanê de çend çewtiyên vegotinê hatine kirin. Berê jî min di çend lêkolîn û gotarên din de, çewtiyên vegotinê yên romannivîsên cîhanî û Kurd anîne ziman. Wek mînak dema Martîn ji bo rizgarkirina bazirganiya xwe dibe misilman û li Helebê daxwazê jê dikin ku xwe sinet bike, bi neçarî direve Bayezîdê û paşê li xaneke Bedlîsê li Bakurê Kurdistanê dimîne. Lê li wir kes nizane ew bûye misilman û navê wî kirine Muradedîn. Gelek caran navê wî wek Murad Efendî hatiye holê.
Di rûpela 236an de Sefer Şahê xwediyê xanê ji Martîn/Murad re dibêje: Murad Efendî, hinekî bendewar be. Di rûpela 249an de dema Mucahîd û zilamên wî derbasî hundirê xanê dibin da ku misilman û ne misilmanan ji hev cuda bikin, vebêjer/Martîn di mejiyê xwe de dibêje: Baş e hevalên min wê çi ji min re bêjin eger ez tayê misilmanan bigirim? Ma wê nebêjin Martîn ji tirsan ji olê derket? Ew bi halê misilmanbûna min li Helebê nizanin. Ew nizanin kaxezeke mohrkirî di berîka min de û li gor wê ez bûme misilman û navê min Muradedîn e.
Baş e madem kes nizane ew bûye misilman û navê wî Muradedîn e, Sefer Şahê xwediyê xanê çawa zanî navê wî Murad Efendî ye?!
Çewtiyeke din a vegotinê di dîroka nivîsandina nameyan de ye. Li ser hemû nameyan, nav û cih û dîroka nivîsandinê hatiye bicihkirin. Di piraniya mêjû û dîroka nameyan de xeletî heye. Wek mînak di rûpela 183an de dîroka yekşemê 8ê rêbendana 1708 e, lê di nameya piştre de di rûpela 192an de dîroka 10ê rêbendana 1708 wek roja duşemê hatiye danîn, lê ya rast pêwist e sêşem be. Çimkî eger 8ê rêbendanê yekşem be, 9ê rêbendanê duşem e û 10ê rêbendanê jî ne duşem lê belê sêşem e.
Heman awa di nameya rûpela 203an de, dîroka 13ê rêbendana 1708 wek roja pêncşemê daniye, lê li gor rojên heftiyê dibe roja înê.
Di rûpela 209an de heman awa dîroka wê dike duşem, lê yekşem hatiye nivîsandin. Ji bo mehên din jî heman xeletiyên vegotinê hatine kirin. Di rûpela 259an de dîroka 12ê pûşpera 1708 roja duşemê li ser nameyê heye, lê di rûpela 264an de dîroka 29ê pûşpera 1708 wek sêşem daniye, lê ya rast dibe roja pêncşemê. Di piraniya mehên din de jî ev çewtî dubare dibe.
Ji Soranî: Besam Mistefa
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse