Li Amedê danasîna berhemên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran

Hewlêr (Rûdaw) – Bi hevkariya Şaredariya Amedê, Walîtiya Amedê û Wezareta Turîzmê berhemên hersê nivîskarên kurd Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran bi navê "Baskên Rojhilat" hatin nasandin.

Di çarçoveya bernameya "Baskên Rojhilatê" de ku bi mazûvaniya Walîtiya Amed û Şaredariya Bajarê Mezin Amedê hatî lidarxistin, çalakiyên curbecur hatin sazkirin.

Çalakiyan bi panela "Sê Stêrkên Rojhilatê" dest pê kir. Pêşangeha resman a bi navê "Ji Feqî bo Tuwalê" jî hat nimayişkiririn ku ji hêla hunermend Huseyîn Unlu hate amadekirin û mijara wê jî bûyer û lehengên berhemên Feqiyê Teyran in.

Pêşangeh îro Şemiyê 30ê Nîsanê di saet 15.00an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç vebe.

Piştî pêşangehê Wezareta Çand û Turîzmê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê protokolekê îmze kirin ku pirtûkên Kurdî yên wezaretê çap kirine, bên zêdekirin û li dibistan, pirtûkxane û tesîsên sosyal ên Amedê bên belavkirin.

Galaya dramaya belgefîlm a bi navê "Hevgihîştina Du Çeman" di saet 16.00an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç hat kirin ku behsa jiyannameya Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî dike.

Piştî nimayişa belgefîlmê, konsera "Baskên Rojhilatê" hat dayîn.

Bername dê piştî fitara ji bo welatiyan a li Meydana Mizgefta Qurşunluyê bi dawî bibe.