Sînem Bedirxan dîroka Bedirxaniyan dinivîse

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û rewşenbîra Kurd Sînem Celadet Bedirxan niha mijûlî nivîsandina dîroka kevn û hevçerx a Bedirxaniyan e û bi niyete bike pirtûk.

 

Sînem Bedirxan ji Rûdawê re ragihand: “Dîrok ji bîranînên min û ji wan serpêhatiyan êk hatiye, ku min ji kesên nêzîkî xwe bihistiye. Bi taybetî jî bîranînên min ên li gel Kamûran Bedirxanê mamê min in.”

 

Sînem Bedirxan dibêje: “Ez li Rojava ûy Bakurê Kurdistanê li pey belgenemayen geriyam. Çend belgenameyên serdema Osmaniyan ên li ser bapîrên min ketine destê min. herwiha çendîn belgename û serpêhatî ji Leyla Bedirxanê keça Ebdulrezaq Bedirxan gihiştine destê min û min gelek sûd ji wan wergirt.”

 

Sînem Celadet Bedirxan di sala 1938ê de li Şamê ji dayik bûye û dibistana rahîbatî fransî li Şamê xwendiye.

 

Di sala 1960î de ji ber hevjîniya li gel endazyar Selahedîn Mihemed Sadullah hatiye Başûrê Kurdistanê, di sala 1974ê de bi biryara rejîma wê demê ya bi navê “Serokariya Şoreşa Iraqê” ji Kerkûkê hatiye derkirin.

 

Sînem Celadet Bedirxan di salên 1970ê de sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê bûye. Di sala 1980 de di dibistaneke Neteweyên Yekbûyî de bûye mamosteya zimanê fransî û di sala 1995ê jî malnişîn bûye û niha li Hewlêrê dijî.