Hostayê Erbanê: Divê Erbane zindî bimîne

Wan (Rûdaw) – Hunermendê Rojhilatî û hostayê Erbanê Husên Zehawî li bajarê Wanê lêdana Erbanê fêrî şagirtan kir û got, divê kurd li hunera xwe ya resen xwedî derkevin.

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, li Navenda Kulturî ya Nûdayê kursa fêrbûna Erbanê ji bo komek şagirt û hunerhezan hat vekirin. Kursê du rojan ajot.

Hostayê Erbanê Husên Zehawî beşdarî wê xebatê bû û çawaniya lêdana Erbanê fêrî şagirtan kir.

Zehawî piştî ku karê wî xilas bû, diyar kir ku yên ku tevlî kursê bibûn bi eşqek mezin dixebitîn û got, Erbane amûra netewî ya kurdan e lewma divê ev amûr zindî were hîştin û were pêşxistin.