Mehmûd Berazî klîbeke nû belav kir: Cerr

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Mehmûd Berazî, klîba xwe ya herî nû bi navê “Cerr” li tora civakî ya YouTube belav kir.

Klîba strana Cerr a Mehmûd Berazîyî li YouTubeyê hat weşandin. Di klîbê de dengbêj Qasimê Şerro distire û karê derhêneriyê jî Şêro Hindê li xwe girtiye.

Klîbê “dagirkerî”, “xiyanet” û “berxwedan” kiriye mijara xwe û di destpêka klîbê de wiha hate nivîsandin: “Dagirkerên hov bi sedan slan li ser xaka me gel dorpêç dikin, hevkarên wan jî xiyaneta wan li dar e. Gelên resen her li ber xwe didin, kelepûra me nîşana berxweda me ye.”

Kamera û montaj ji aliyê Elî Feqe, cil û ber ji aliyê Henan Qasim û Valantîna Elî, dekor ji aliyê Ehmed Mele, Sîdra Hisên, Zekiya Bedir û Dilo Hesso hatiye amadekirin.

Kesên di koroyê de cih girtine ev in: Kawa Xalid, Şervan Badînî, Hacî Mûsa, Îvan Mihemed, Hozan Wzîr û Yusif Osman.

Lîstikvan jî ev in: Rojda Hisên, Aya Hesam, Sîdra Hisên, Nadîn Elî, Sîdar Bedir, Yasmîn Omer, Lona Feqe, Hemrîn Mesîr, Şêrwan Mele, Cîhad Dumo, Hisên Temir, Omer Qasim, Mihemed, Şervan Badînî, Ezîza Nayif, Sema Hemo, Efaf Xelîfî, Sozdar Ebdî, Hela Hisên û Sema Hemo