Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ dê di Rûdawê de were nîşandan

29-12-2022
RÛDAW
Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ dê di Rûdawê de were nîşandan
Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ dê di Rûdawê de were nîşandan
Nîşan Rojên Dawiyê yên Bablo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ ku di sala 2022an de deng veda û zêdetirî 44 hezar kesan temaşe kir, biryar e ji bo sersalê îro di Rûdawê de were weşandin.

Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya wê kir û bi derhêneriya Şiwan Kerîm û bi bilêt li holan hate nîşandan, biryar e îro Pêncşemê 29ê Berfanbara 2022an di demjimêr 23:00an de di Rûdawê de were weşandin.

Rojên Dawiyê yên Bablo îsal 55 rojan li Silêmaniyê hat nîşandan û zêdetirî 26 hezar û 400 kesan temaşe kir.

Li Hewlêrê jî 35 rojan hat nîşandan û 15 hezar û 700 kesan temaşe kir. Di nîşandana 28ê Tîrmeha 2022an a li bajarê Kerkûkê de 7 rojan bi beşdariya hezar û 960 temaşevanan berdewam kir. Bi tevahî 44,060 kesan temaşe kir û bi tevahî 97 rojan hat nîşandan.

Rojên Dawiyê yên Bablo berhemeke şanoyî ya komedî û mûzîkal e ku derhêneriya wê Şiwan Kerîm û Soran Osman e û ji aliyê kompanya So Marketing ve hatiye çêkirin û Lawik Ebûbekir alîkarê derhêner bû ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya wê ya nîşandana li Hewlêrê û Kerkûkê kir.

Di şanoyê de Rêşan Hemo yê lîstikvan û şanogerê ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, Rûbar Xalid, Soran Ekrem, Tahir Ebdulwehîd, Henar Kameran û çendîn lîstikvanan tê de lîstin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst