Çîroka keçeke Êzidî dê bibe belgefîlm

29-12-2022
RÛDAW
Dîmeneke ji fîlma Belên
Dîmeneke ji fîlma Belên
Nîşan Belên Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma herî dawî ya Kurdî bi navê “Belên” ango “Soz” li Kampa Îsyan a parêzgeha Duhokê tê kişandin û tê de çîroka keçeke ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, vedibêje. Ew keça Kurd a Êzidî di sala 2014an de ketibû destê DAIŞê û 3 salan di destê wê rêxistinê de mabû û bavê wê şehîd bû û heta niha çarenivîsa xwişka wê ne diyar e.

Xoxê Xelef a ku ji destê DAIŞê rizgar bûye ji Rûdawê re ragihand, “Em vê fîlmê çêdikin da ku xelk bizane ka çi hatiye serê me. Em hezar fîlman jî bikşînin her kêm e. Em dixwazin xelk bizane çi hatiye serê Êzidiyan. Navê fîlmê jî soz e ew jî ji ber ku min soz dabû bavê xwe ku daxwaza wî bi cih bînim.”

Derhêneriya fîlmê Zehawî Sincawî kiriye û ev çar sal û mehek e dest bi girtina fîlmê hatiye kirin. Di şeş salên borî de ev fîlma sêyemîn e ku derhêner li ser trajediya Êzidiyan çêdike.

Derhênerê fîlmê Zehawî Sincawî ji Rûdawê re got, “Di vê fîlmê de em dibînin ku çawa Xoxê bi tundî li dijî DAIŞê radiweste û ji bo rizgarkirina xwişk û birayên xwe diçe nav DAIŞê. Ev fîlm ji bilî fîlmên din ku behsa êş û azarên Êzidiyan dikin, hêz û şiyana keseke Êzidî vedibêje û ew hewl dide jiyana malbata xwe normal bike.”

Dezgeha Sînemayê ya Ewropayê, Dezgeha Sînemayê ya Swêdê, kanala navendî ya Swêdê û çend partiyên din bi hev re sponsoriya fîlmê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst