Hewlêr (Rûdaw) – Weşanxaneua Nûbiharê pirtûka nû ya helbestvan Evîn Şikakiyê ya bi navê “Keça Dilê Te Me” çap kir.
Pirtûka Evîn Şikakiyê ya 5emîn a “Keça Dilê Te Me” ku ji 36 helbestan pêk tê ji aliyê Weşanxaneya Nûbihar ve hatiye çapkirin.
Helbestên Evîn Şikakiyê li ser penaberî, derbiderî, hestê jinê, evîna ax û welat û her wiha hezkirina bav e.
Evîn Şikakiyê di vê pirtukê de çend helbest li ser bavê xwe jî nivîsandine.
Pêştî jî 4 berhemên Evîn Şikakiyê hatibû çapkirin.
Karwanê Baranê li Şamê ji Weşanxaneya Dar Alemanê sala 2005an derket.
Antolojiya Helbesta Kurdî ya Nûjen ya helbestvanên jin bi navê Fîxana Pênûsên Nazik, ji Weşaxaneya Ronahiya sala 2012an derket.
Romana “Dema ku Serok Hat Kuştin” a nivîskarê Ereb Necîb Mehfûz, ji zimanê Erebî wergerandiye Kurdî û sala 2017an li Misirê hat çapkirin.
Weşanxaneya Avêstayê “Hêviyên Dara Hinarê” sala 201an çap kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse