Gerdeniya qijnîjî li ser navê Amedê hat tomarkirin: ‘Karê destan e, ne yê makîneyan’

Amed (Rûdaw) - Bi serlêdana Odeya Bazirganiyê ya Amedê gerdeniya zêr a qijnîjî ango kişnîşî li ser navê Amedê hat tomarkirin û nîşaneya erdnîgariyê stand.

Gerdeniya qijnîjî bi sedan sal in bi destên hosteyên Kurd, Siryan û Ermen li Amedê tê çêkirin û her gerdeniyek herî kêm ji hezar parçeyî pêk tê û bi giştî karê destan e.

Saziya Tomarkirinê ya Tirkiyeyê pesend kir ku Gerdeniya qijnîjî ya Amedê ye.

Ev jî ji bo geşbûna bazara gerdeniyê û ji bo danasîna Amedê gelekî baş tê dîtin.

Gerdeniya zêr a qijnîjî nîşaneya erdnîgariyê stand û li ser navê Amedê hat tomarkirin.

Odeya Bazirganiyê ya Amedê ji bo gerdenî li ser navê Amedê were tomarkirin serî li Saziya Tomarkirinê ya Tirkiyeyê dabû.

Saziyê jî piştî lêkolînan pesend kir ku gerdenî bi şêwaza çêkirin û motîfên xwe taybet e bi Amedê.

Hostayê çêkirina gerdeniya qijnîjî Huseyîn Atabay got:

“Gerdeniya qijnîjî ya Amedê ji hezar parçeyî pêk tê.

Bi giştî bi destan tê çêkirin. 4 kes gerdeniyekê di rojekê de çêdikin.

Berhemên me ku li ser navê Amedê hat tescîlkirin hem bi 14 eyar hem jî wekî 22 eyar zêr tê çêkirin.

Gerdeniyên 14 eyar ku rêzeke wê nêzîkî 10 gramî tên ji 15 hezar lîreyî dest pê dike heta 30-40-50 hezar lîreyên Tirkî jî derdikeve.

Gerdeniya 22 eyar jî 40 hezar, 50 hezar 70 hezar heta 150-200 hezar lîreyên Tirkî jî derdikeve.”

Gerdeniya qijnîjî ku di nava gel de wekî gerdeniya xişxişî tê zanîn bi sedan sal in ji aliyê zîvker û zêrîngirên Kurd, Siryan û Ermenên Amedê ve bi giştî bi keda destan û hem 14 eyar hem jî bi 22 eyar zêr tê çêkirin.

“Denge me gihîşt wan”

Hostayê çêkirina gerdeniya qijnîjî Ercan Eryavuz anî ziman:

“Ev gerdenî wekî ji bo dawetan tê zanîn lê rojane jî pir tê bikaranîn.

Însanê me jê hez dikin, ji ber ku keda wê pir e.

Ev ên me bi giştî karê destan e, ne yê makîneyan e, huner e ev.

Em pir li ser disekinin. Denge me gihîşt wan tescil jî stand.”

Odeya Zêrîngiran a Amedê jî bi wergirtina nîşaneya erdnîgariyê kêfxweş e û vê yekê ji bo geşbûna bazara firotina gerdeniyê geşedaneke di cih de dibîne.

Serokê Odeya Zêrîngiran a Amedê Mehmet Yuksel anî ziman:

“Bazina hesir ku aîdî Amedê ye me 2 sal berê li ser navê Amedê dabû tescîlkirin.

Ev gerdeniya gijnîjî bû berhema duyemîn ku me tomarkirina wê ji bo Amedê stand.

Niha li Amedê 20-25 hosta hene ku gerdeniya gijnîjî çêdikin.

Ev zengînî û reklameke pir mezin e ji bo Amedê ku li her derê tê zanîn û tê xeberdan ku ev gerdeniya gijnîjî aîdî Amedê ye.”

Gerdeniya ku wekî xemleke jêveneger a keçên xama û jinan e li atolyeyên taybet ên Amedê tê berhemanîn û li zêrîngirên 81 bajaran tê firotin û hinardeyî gelek welatan jî tê kirin.