Festîvala Çandê ya Girê Spiyê hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - 4emîn Festîvala Çandê ya Girê Spiyê  bi pêşandana berhemên folklorî û hunerî yên çanda herêmê hat lidarxistin.

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Demokrat a Ferat û Komîteya Çandê ya Kantona Girê Spiyê, 4emîn Festîvala Çandê ya Girê Spî li Kampa Girê Spiyê ya Koçberan li dar xist.

Hevserokê Kantona Girê Spiyê yê li kampa koçberan Hermîd El-Ebid got:

"Em ji cîhanê re diyar dikin, berî dagîrkariyê û piştî wê jî, ev kultûra me ye, ev dab û nerîtên me ne, em yek gel in, gelê Kurd û gelê Ereb û Tirkmen û Ermen in. Belgeya vê yekê jî ev gelê ku li vir heye, li nav Kampa Girê Spî. Ev dab û nerîtên me ne."

Di wê festîvalê de, gotar hatin pêşkêşkirin û tê de tekezî li ser hevsoziya pêkhateyan hate kirin.

Hermîd El-Ebid herwiha got:

"Îro em li vê navçeyê ne, hûn vê xelkê dibînin, bi Ereb, Kurd û Tirkmen û Ermenan, em yek gele in, em dê bi çanda xwe, bi mirovahiya xwe berevaniyê bikin, ev çekên me ne. Bi saya Xwedê em dê vegerin û pêncemîn festîval em dê li Girê Spî bin.”

Festîval ku duh bi hinek çalakiyên hunerî dest pê kiribû îro bidawî bû.