Amed (Rûdaw) - Krîza aborî û sedemên din ên taybet ên weşangeriya Kurdî, rê nadin ku weşangeriya Kurdî bi hêz bibe.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 40 weşanxaneyên Kurdî hene salane bi sedan pirtûkên nû tên çapkirin lê rêjeya firotina pirtûkên Kurdî gelekî kêm e.
Ji ber bazara pirtûkên Kurdî lawaz e û lêçûnên çapkirinê zêde ye bi dehan dosyayên li ber çapê nayên çapkirin.
Salane 350 pirtûkên nû tên çapkirin
Li gorî amarên ji weşanxaneyên Kurdî hatine komkirin, di her cûreyên edebîyatê de salane kêm zêde 350 pirtûkên nû tên çapkirin.
Bi giştî hejmara çapên wan zêdetirî 100 hezarî ye lê di salekê de encax ji sedî 25-30ê wan tên firotan ku ev jî rêjeyeke gelekî kêm e.
"Rêjeya xwînerên Kurdî kêm e"
Berdevkê Însiyatîfa Weşangerên Kurd Azad Zal ji Rûdawê re got:
“Zêdetirî 40 weşanxaneyên Kurdî hene lê li gel wê yekê pirtûkên Kurdî li gorî dilê me nayên firotin û xwendin.
Krîza aborî ya li Tirkiyeyê bazarê kesat dike. Ya din jî rêjeya xwînerên Kurdî li gorî zimanên din kêm e.
Wekî din krîza siyasî û zoriyên siyasî û qedexekirin hene. Xwîner ji ber KHKyan newêrin pirtûkên Kurdî bistînin û li cem xwe bihêlin.”
Mem Bawer jî ku weşangeriya pirtûkên zarokan dike, ji heman sedeman ji rewşa heyî dilgiran e.
"Kêmbûna xwîneran bandorê li berhemdariya nivîskaran dike"
Xwedîyê Weşanxaneya Moriyê Mem Bawer got:
“Kêmbûna rêjeya xwînerên Kurdî, sedem û astengiyên taybet ên weşangeriya Kurdî bandoreke neyînî li berhemdariya nivîskaran jî dikin.”
Di weşangeriya Kurdî de ji bo pêşveçûn û avabûna kalîteyeke mayînde, barê mezin li ser pişta xwîneran e.
Lewra zêdebûna firotina pirtûkên Kurdî dê weşangeriya Kurdî bihêztir bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse