Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol îro bi dawî dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê îro bi dawî dibe.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a li Qamişlo roja 22ê Cotmehê hat vekirin û nêzîkî 130 hezar navûnîşan têde hene û îro Şemiyê 29ê Cotmeha 2022an dê bi dawî bibe.

Di çarçoveya pêşangehê de çalakiyên cor bi cor yên rewşenbîrî û îmzekirina pirtûkan û seminar hatin lidarxistin.

Îsal hejmareke zêde ya xelkê gazin ji bihayên zêde yên pirtûkan kirin.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a li Qamişlo şeşemîn car in hate vekirin.

Di pêşangehê de 51 weşanxane û sazî tê de beşdar bûn ku 23 ji wan weşanxane û 28 sazî û yekîtiyên nivîskaran in.

Her wiha 130.000 pirtûk di pêşangehê de hatin nîşan dan ku bi zimanên Kurdî (Kurmancî û Soranî), Erebî, Siryanî û Inglîzî bûne.

Yekemîn xula Pêşangeha Pirtûkan li Qamişlo sala 2017an bû. Weşanxaneyên Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî giştî, berhemên wan kêm in.

Weşanxaneya AVAyê weşanxaneyeke mezin a Rojavayê Kurdistanê beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a li Qamişlo nebû.