DNO berhemanîna xwe ya petrolê li Kurdistanê zêde dike

Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya DNO ya Norwecî, li Herêma Kurdistanê berhemanîna petrlê di çaryeka sêyem a sala 2020an de bo 113 hezar û 700 bermîl zêde kiriye. Kompaniya DNO li herdu kêlgehên Tawkê û Pêşabûr li gor çaryeka duyem a îsal berhemanîna xwe ya petrolê ji sedî 12 zêde kiriye.

Rêveberê Giştî yê Kompaniya DNO Bîcan Musewer Rehmanî îro Pêncşemê 29ê Cotmeha 2020an ragihand ku “Berevajoyê pêşbîniyên me li herdu kêlgehên Tawkê û Pêşabûr berhemanîna petrolê zêde bûye. Bi saya kêmtir xercî û zêdetir xebat bûye.”

Bîcan Musewer Rehmanî herwiha got: “Di meha hezîranê de tîmên me li Kurdistanê dest bi xebatên kirin û karîn bi xerciyên kêmtir û xebatên zêdetir çareseriyekê zêdetir petrolê dîtine û encamên wê jî îro diyar dibînin.”

Li gor daxuyaniyê li Tawkê û Pêşabûr projeya berhemanîna gaza sirûştî ku naverasta îsal destpê kiriye berdewam e û tê pêşbînîkirin ku derxistina wê destpê bike.

Herwiha Kompaniya DNO diyar kir ku li gor dahata wan lin gor nirxê petrolê du qat zêde bûye û gihîşte 163 milyon dolaran.