Mikail Aslan: Zanîngeha Çewligê ji bo astengkirina konsera me rêyeke din dît

29-09-2022
RÛDAW
Nîşan Mikail Aslan Çewlîg Konser Zanîngeha Çewligê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Mikail Aslan ragihand ku Zanîngeha Çewligê bi armanca astengkirina konsera wî, kirêya salonê ji 3 hezar lîreyan bo 20 hezar lîre zêde kiriye.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda betalkirin û qedexekirina konseran berdewam e. Biryar bû hunermend Mikail Aslan 15ê Cotmehê li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê konserekê saz bike. Lê Zanîngeha Çewligê kirêya salona konserê ku berî 3 mehan 3 hezar lîre bû bo 20 hezar lîre zêde kir.

Mikail Aslan li ser hesabê xwe yê Twitterê nerazîbûn nîşanî biryara Zanîngeha Çewligê da û got: “Zanîngeha Çewligê ji bo qedexekirina konsera me ya li welatê Rençber Ezîz rêyeke din dîtiye. Ji bo salona konserê ku berî 3 mehan 3.000 lîre bû, niha 20.000 lîre xwestiye.”

Aslan herwiha bi henekî nivîsiye: "Piştgiriya Zanîngeha Çewligê bo çand û hunerê mirovan hestyar dike."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di demên dawî de di serî de yên hunermendên Kurd hejmareke zêde ya konser tên betalkirin. Herî dawî 27ê Îlonê konsera hunermedê Kurd Mem Ararat a li Mêrsînê ji aliyê parêzgariya Mêrsînê ve hatibû betalkirin û doh jî konsera Îrem Derici ya li Xarpêta Bakurê Kurdistanê hatibû betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst