Pirtûka Mehmet Oncu ya ‘101 Biwêj 101 Çîrok’ derket

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka nivîskar û lêkolînerê kurd Mehmet Oncu derket.

Nivîskarê kurd Mehmet Oncu ji Rûdawê re diyar kir pirtûka wî ya binavê “101 Biwêj 101 Çîrok”  di nav Weşanên Avesta de derket.

Mehmet Oncu  da zanîn ew xebata wî ji 101 biwêj û çîrokan wan pêk tê û wiha got:

“Ew xebat keda 30 salî ye. Serencama min a tomarkirinê di salên 1980an de destpê kir. Ez gelekî li deverên Kurdistanê geriyabûm û min ev berhem çend berhemên din  bi denge û notgirtinê tomar kirî bûn.”

Nivîskarê berhemê Mehmet Oncu li gelek deverên Kurdistanê geriyaye û ev gotin ji zarê kal û pîrên kurdan berhev kirine. 

Ev biwêj û çîroka nimûneyek ji berhema Mehmet Oncu ya 101 Biwêj 101 Çîrokê ye.

Biwêj: Ê ku zane zane, ê ku nizane, dibê qey baxê nîskane

 

Çîroka biwêjê:

 

Kele kela havînê, pala nîskanbû. Gundî û cotyar li zeviyan, ji çinîna nîskan bûn. Li ser zeviyekê hinkesan teva malbatên xwe nîsk diçiniyan. Dem hate nîvro, ji bo firavinekê behnvedan dayîbûn xwe. Wê demê mirovekî ji wê palê, dît ku, xorima nîskan diliviye, rabû çû ser xorimê, dît ku jina wî bi xortekî re ye. Dema ku jinikê û xortî, cotyar dîtîn bi hev re hilciniqîn, rabîn ser xwe. Cotyar ralêşte milêwê û dirêje xort kir. Xort gelek hişyar bû, wî jî ralêşte destiyek nîsk, berê xwe de gund û beziya.

Ew beziya, cotyar li pêy beziya, xort xwe gîhand nav gund. Vê carê di kolan û neqebên gund de, gel rabû û temaşeya wan kirin. Hinek jî hatin pêşa cotyar, cotyar gelek westiya bu, milêw ji dest wî girtin û gotin:

Malmêrato, ma ji te re ne fêhîte, ku tu ji bo baxek nîsk, dikevî pê ew xortê ciwan ê mîna recala. Cotyar kizirî, rûyê wî tirş bû, nekarî bû ku kesekî re tu tiştî bibêje, kesereka kûr kişand û bersiva gundiyan da;

 

Ê ku zane zane, ê ku nizane dibê qey baxê nîskane.

Weke nimûne;

  • Çima tu ji kurê xwe miqayte nabî? Got;

  • Ma tu zanî ku kurêmin çikiriye? Got;

  • Çi heye ku ez bizanim. Got;

     

  • Ê ku zane zane, ê ku nizane dibê qey baxê nîskane.

 

Wateya wê: Carînan hin bûyer tên serê mirov, xelk sedemên wê yên rastî nizane, ku di der ve de çawa xuya dike, dibêjin qey wîsaye, belê rastiya wan ne wekî ku xelk zaneye. Ev biwêj li şûna “Eslê wê ne wîsaye, lê disa jî tu wîsa bizane” tê bikar anîn.