Lane Zengene vê carê bi erebî dibêje

 

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêja kurd Lane Zengene ji bo tomarkirina straneke erebî diçe Libnanê. Lane li berhemhênerekî hunerî digere, da ku erkê tomarkirina strana wê hilgire stûyê xwe.

 

Rojnameyeke Libnanê Lane Zengene wek “Heyfa Wehbêya Kurdistanê” daye nasîn. Lane jî dibêje: “Ez yek ji şeydayên deng û bedewî û sêhrbaziya Heyfa Wehbê me, lê stîla min ji ya wê cuda ye.”

 

Laneyê herweha got: “Niha li Kurdistanê rewş aloz e, lewra ez dixwazim li Libnanê karên xwe yên hunerî berdewam bikim.”