Amêdî (Rûdaw) – Hunermenda kurd Nazdar Cizîrî diyar kir ku divê alîkariyên ku bo penaberên rojavayê Kurdistanê yên li başûr tên kirin wisa be ku ew xwe xerîb nebînin. Nazdarê li ser Rûdawê jî wiha got: “Ez gelekî Rûdawê diecibînim û dema têm başûr tenê li Rûdaw TV temaşe dikim.”
Hunermenda navdara bakûrê Kurdistanê Nazdar Cizîrî ku li Almanya dijî, gelek caran serdana başûrê Kurdistanê dike. Nazdar di her serdana xwe de jî herî kêm carekê serdana bajarê Amêdî li parêzgeha Dihokê dike.
Nazdarê di serdana xwe ya vê carê de bo Amêdiyê bersiva pirsên Rûdawê da.
Rûdaw: Nazdar, tu vê carê dereng hatî başûrê Kurdistanê, çima?
Nazdar: Çimkî vê carê ez bi karên xwe yên hunerî ve mijûl bûm, lewma ez hinekî dereng hatim. Min di vê heyamê de 2 klîb çêkir, yek bi kurmancî û yek jî bi soranî. Helbet vê carê min xwest hinekî karekî cuda bikim. Karên min yên berê zêdetirî folkloric û stranên govendan bûn lê vê carê ez gelekî ji karên xwe razî me. Ez hêvîdar im başûrê Kurdistanê wiqasî pêş bikeve ku êdî hunermendên me neçin Tirkiye û welatên din bo tomarkirina berhemên xwe û li başûr vê yekê bikin.
Rûdaw: Tu her gava ku serdana başûrê Kurdistanê dikî, serdana bajarê Amêdiyê dikî, gelo Amêdî bo te taybet e?
Nazdar: Dema dibêjn Amêdî yekser mamosta Tehsîn Taha tê bîra min, birastî hunermendekî gelekî jêhatî bû. Ez bi dengê mamosta Tehsîn Taha mezin bûme. Ez gelekî sirûşta Amêdiyê hez dikim. Mîna tabloyekê tê ber çavên min. Xelkê Amêdiyê jî gelekî birêz in û dema ez têm Amêdiyê bi germî pêşwaziya min dikin.
Rûdaw: Tu rewşa rojavayê Kurdistanê çawa dibînî û li ser vê yekê çi dibêjî?
Nazdar: Birastî rewşa rojavayê Kurdistanê gelekî xerab e. dilê min ji xelkê wir re dişewite. Gelek kurdên rojavayê Kurdistanê ji ber têkçûna rewşê tên başûrê Kurdistanê. Ez hêvîdar im xelkê başûrê Kurdistanê zêdetir alîkariya wan bikin û deriyê xwe ji wan re vekin, çimkî ew jî xûşk û birayên me ne. divê alîkariyên me bo wan di astekê de ku ew xwe xerîb nebînin. Ez hêvîdar im ew beşê Kurdistanê jî serxwebûna xwe bidest bixe da ku em bikarin li wir jî konseran bidin. Ez wek hunermendek kurd bi her awayî di xizmeta kurdên rojavayê Kurdistanê de me.
Rûdaw: Tu li televîzyona Rûdawê temaşe dikî?
Nazdar: Ez pîrozbahiyek germ li karmendên Rûdawê dikim. Heyama ku ez li başûr bûm min tenê li Rûdaw TV temaşe dikir. Birastî ez gelekî karê Rûdawê diecibînim. Ez gelekî kêfxweş bûm dema min bihîst ku Rûdaw dixwaze televîzyonek hunerî jî veke. Ez hêvîdar im ew televîzyon bi heman qalîteya televîzyona nûçeyên siyasî xizmeta hunera kurdî bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse