Li Qamişloyê ji bo Ehmedê Huseynî çalakiyek hat lidarxistin

29-07-2023
Hisên Omer
Li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya li Qamişloyê “Êvara Dilsoziyê” ji bo Ehmedê Huseynî hat lidarxistin
Li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya li Qamişloyê “Êvara Dilsoziyê” ji bo Ehmedê Huseynî hat lidarxistin
Nîşan Ehmedê Huseynî Êvara Dilsoziyê Qamişlo HRRK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê ji bo helbestvan Ehmedê Huseynî  “Êvara Dilsoziyê” hat lidarxistin.

Li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya li Qamişloyê ji bo Ehmedê Huseynî “Êvara Dilsoziyê” hat lidarxistin.

Serokê Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Ehmed Huseynî bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û niha li Swêdê tê dermankirin.

Di çalakiyê de hejmarek nivîskar, lêkoler û helbestvan beşdar bûn.

Lêkoler û nivîskaran, semîner li ser helbestên Huseynî pêşkêş kirin.

Di çalakiya bi navê Êvara Dilsoziyê de hin helbestên Ehmedê Huseynî jî hatin xwendin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst