Pirtûka 'Deriyê Dil-Guldesteyek ji Şiîra Almanî' li Dihokê çap bû

29-06-2024
RÛDAW
Nîşan Abdullah Încekan Deriyê Dil-Guldesteyek ji Şiîra Almanî Weşanxaneya Nûbiharê Weşanxaneya Spîrêzê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka helbestan a bi navê “Deriyê Dil-Guldesteyek ji Şiîra Almanî” a aliyê Weşanxaneya Spîrêzê ve li Dihokê hat çapkirin.

Dîwana “Deriyê Dil - Guldesteyek ji Şiîra Almanî” ji aliyê nivîskar û lêkolîner Dr. Abdullah Încekan ve hatiye amadekirin.

Di vê berhema de Abdullah Încekan 47 helbestên helbestvanên mezin ên Alman ên wekî Johann Wolfgang von Goethe, Ulla Hahn, Heinrich Heine, Friedrich Nietzsche, Rainer Maria Rilke, Ingeborg Bachmann, Erich Fried, Albrecht Goes wergerandine ser zimanê Kurdî.

Çapa yekem a berhemê ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve sala 2020an li Bakurê Kurdistanê hatibû çapkirin.

Bi serperiştiya Muayed Teyîb Weşanxaneya Spîrêzê berhem bi veguhastiye ser alfabeya aramî û çap kiriye.

Abdullah Încekan kî ye?

 Dr. Abdullah Încekan ji Erziroma Bakurê Kurdistanê ye.

Încekan li Zanîngeha Diusburg-Essenê beşên Germanîstîk, Turkolojî û Pedagojiya Înterkulturel/Almanî wekî zimanê duduyan xwendiye.

Herwiha Abdullah Încekan doktoraya xwe jî li Zanîngeha Bambergê di beşa General Linguistic de li ser hin xalên gramera Kurdî pêk aniye û heta niha 10 berhemên wî bi zimanên Kurdî û Almanî çap bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst