Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îro destpê dike

29-06-2022
RÛDAW
Nîşan Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Fîlmên Kurdî Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îro destpê dike û dê fîlmên sînemakarên heşt welatên cîhanê di festîvalê de bên nîşandan.

Festîval îro 29ê Hezîranê destpê dike û heta 13ê Tîrmehê li Moskowê berdewam be. Merasîma vekirina festîvalê dê îro li Navenda Sînemaya Oktyabr a li navenda Moskowê pêk were.

Festîval bi berpirsyariya Gulîzar Gerdenzerî û bi armanca nîşandana çand û dîroka Kurdan û herwiha jiyana modern a netewa Kurd di bin çavdêriya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê sazkirin.

Îsal Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ji bo 85-mîn salvegera jidayikbûna derhênerê navdar ê Kurd Yilmaz Guney tê lidarxistin. Festîval dê bi pêşandana fîlma efsanewî ya Guney "Rê" bê vekirin, ku sala 1982'an xelata Festîvala Fîlman a Cannesê wergirtibû.

Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî di lîsteya festîvalên fîlman ên navneteweyî de cih girtiye, ku ji hêla Wezareta Çandê ya Rûsyayê ve di sala 2022 de li Federasyona Rûsyayê têne organîzekirin.

Di beşa pêşbirkê ya festîvalê de, li gel fîlmên derhênerên ji her çar parçeyên Kurdistanê, bi giştî dê berhemên ji 8 welatan, ji Rojhilata Navîn û Ewropayê bêne pêşkêşkirin

Di bernameya festîvala fîlman de 54 berhem, fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm hene.

Hemû fîlm dê bi orîjînal, bi jêrnivîsa rûsî bêne nîşandan.

Her wiha îsal fîlmên ji bernameya Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurd dê li bajarê Saint Petersburgê jî bêne nîşandan.

Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Navneteweyî ya Moskowê sala 2021 bi partneriya Rûdawê hatibû lidarxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst