Li Berlînê festîvala Rojên Huner û Çanda Kurdî birêve çû

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê  festîvala Rojên Huner û Çanda Kurdî hat sazkirin.

Festîvala Rojên Huner û Çanda Kurdî ji aliyê hejmareke ciwanên Rojavayê Kurdistanê û navenda Mozayîk ya Felestînî ve li Berlînê hatiye amadekirin.

Di festîvalê de ku roja 27ê vê mehê destpêkiribû û îşev bi dawî hat ku tê de hejmarek semînar li ser pirsên siyasî, civakî, dîrokî û çandî hatin pêşkêşkirin, herweha hejmarek pirtûk hatin îmzekirin û belavkirin.

Endamê Komîteya Amadekar ya Festîvalê Yûsif Îsa beşdarî bultena Rûdawê bû armanca wan ji festîvalê ew bû ku ew dixwazin miletên din çanda Kurdî bibînin.

Yûsif Îsa diyar kir ku Kurd ji gelek bajarên Almanya û welatên jî beşdarî festîvalê bûn û got: “Me çend civanan weke xwebexş bi derfetên xwe festîval saz kir. Em dixwazin her sal festîvalê li dar bixin.”

Îsa herwiha da zanîn ku wan 4 dîwanên Salihê Heydo jî çap kirin.

Di festîvalê de herwiha kelûpelên folklorî yên Kurdî, amûrên muzîkê hatin nîşandan û firotin, xwarinên kurdewarî jî hatin çêkirin.

Di heman demê de hejmarek hunermend beşdar bûn, aheng û dîlana Kurdî jî hate gerandin.