Ji 57 baroyan daxuyaniya hevbeş: Ji hunerê netirsin, huner azad dike

Hewlêr (Rûdaw) - 57 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş qedexekirina konsert û çalakiyên di van demên dawî de ku piraniya wan Kurdî ne, şermezar kirin û gotin: “Bêdengkirina hunerê û hunermandan bê henase hiştina civakê ye.”

Îro 29ê Gulana 2022ê 57 baroyên Tirkiye û Bakurê Kursdistanê derbarî qedexekirina di serî de konser û çalakiyên Kurdî, çalakiyên din ên çandî ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û di daxuyaniyê de rê li ber girtina hunerê û hunermendên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  bi tûndî şeremezar kirin.   

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em bi nîgeranî li wê givaşa ku li welatê me li ser azadiya raderbirînê zêde bûye dinêrin. Armanca vê nêrîna ku li sîstemên demokratîk mafê wê jiyanê nîne, azadiya raderbirînê ye bi rêya hunerê. Di van mehên dawî de li bajarên cuda yên welat derbarê qedexekirina  çalakiyên weke konser, şano û festîvalan de biryarên derveyî yasayê tên wergirtin û çalakiyên ku amadekariyên wan hatine kirin tên qedexekirin. Dema em li wan çalakî û hunermendên ku konserên wan hatine qedexekirin dinêrin, tê dîtin ku ev biryar bi aweyek cudakar bi hincetên kêfî û siyasî, li dijî zimanê dayikê, çandê, awayê jiyanê û regezan hatine wergirtin.”

Wan 57 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya hevbeş de gotin: “Daxuyaniyên ku gel bo kîn û nefretê han didin, ji aliyê parêzgarî û şaredariyan ve tên qebûlkirin û encama vê jî dibe  destwerdana di hunerê de. Yek ji çavkaniyên herî girîng ên şaristaniyê berdawamiya hunerê ye. Peywendiyeke rasterast di navbera huner û azadiyê de heye.”

Ew baro dibêjin: “Em van qedexe û astengkirinên derveyî serdema me ku bûne bi awayek sîstematîk,  qebûl nakin. Em ew kesên ku li welat rê li ber hunera hunermandan digirin bi tûndî şermezar dikin.  Bêdengkirina hunerê û hunermandan bê henase hiştina civakê ye.”

Ev daxuyaniya hevbeş ji aliyê Baroyên bajarên Edene,  Semsûr, Aksaray, Enqere, Antalya, Agirî, Erdexan, Artvîn, Aydin, Balikesîr, Bartin, Êlih, Bilecîk, Çewlig, Bedlîs, Bolu, Burdur, Bursa, Çanakkale, Çankiri, Denîzlî, Amed, Eskîşehîr, Dîlok, Giresun, Colemêrg, Hatay, Îdir, Isparta, Stenbol, Îzmîr, Kars, Kastamanu, Kirklarelî, Kocaelî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Muş, Nevşehîr, Ordu, Trabzon, Dêrsim, Sakarya, Samsun, Sêrt, Sînop, Riha, Tekîrdag, Tokat, Uşak, Wan, Yalova, Zongoldakê û Şirnex,  yên Bakurê Kurdistanl ve hatiye belavkirin.

Di demên dawî de qedexekirina konser û şanoyên Kurdî zêde bûne û herî dawî jî li navçeya Tetwanê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê lîstika bi navê “Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” ya Koma Şanoyê ya Mencel ku dê 31ê Gulana 2022ê bihata pêşandan ji aliyê Qeymeqamê Tetwanê ve bi hinceta pirsgirêkên teknîkî hat qedexekirin.

Berî demekê konsertên hunermendên Kurd Aynur Dogan û Mem Ararat hatibûn qedexekirin û gelek caran şanoyên Kurdî bi hincetên cûda tên qedexekirin.

Ev di demekê de ye 29ê Gulana 2021ê jî  21 saziyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî   derbarê zêdebûna qedexekirina konser û şanoyên Kurdî de daxuyaniyeke hevbeş dabûn û nerazîbûna xwe nîşan dabûn.