Qedexekirina çalakiyên Kurdî bûye cihê nerazîbûnê

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van rojên dawî de biryarên qedexekirina konser û şanoyên bi Kurdî zêde bûne, vê yekê karvedanên nerazîbûnê ligel xwe anîn.

Qedexekirinê bi hilweşandina konsereke hunermanda Kurd Aynur Dogan û pêşandana şanogeriyeke Kurdî li parêzgeha Kocaelî destpê kir. Piştre li parêzgeha Mûşê konsera Koma Mûzîkê ya “Metin-Kemal Kahraman Kardeşler”, li Bedlîsê konsera Koma Mûzîkê ya “Stêrka Karwan”, li Stenbolê konsera hunermend Mikaîl Aslan, li Bursayê konsera hunermend Mem Ararat ligel konsereke din a Aynur Dogan hatin hilweşandin.

Li Bakurê Kurtdistanê nerazîbûnên li beramber qedexekirina konser û şanoyên Kurdî berdewam in.  21 sazî, enstîtû û komeleyên Kurdî daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û nerazîbûna xwe anîn ziman. Herwiha  li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 57 baroyan jî bi daxuyaniyeke hevbeş qedexeyên li ser konser û çalakiyan şermezar kirin.

Derbarê mijarê de Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî beşdarî bultena Rûdawê bû û got: “Niha ji xwe re hincetan derdixin ku konser û çalakiyên hunerî yên Kurdî qedexe bikin. Ki bibêje ez Kurd im, wan bi piştgiriya terorê tohmetbar dikin.”

Qedexekirina konser û şanoyên Kurdî ji aliyê berpirsên îdarî yên ser bi AK Partiyê ve ji 13ê Gulanê ve destpê kiriye û berdewam e.

Saziyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê amaje bi wê yekê didin ku desthilat dijminatiya Kurdan dike û dibêjin, nabe pirsa ziman tevlî siyasetê bê kirin.

Şerefxan Cizîrî herwiha got: “Pirsa zimanê Kurdî divê ti peywendiyên wê bi siyaseta rojane ve nebe. Mafê ziman maveke mirovahî ye û kî çi dike bila bike divê Kurd bibin xwediyê wî mafî.”

Cara dawî bi biryara Qeymeqamê Tetwanê, pêşandana şnogeriyeke Kurdî li bajarê Bedlîsê hat qedexekirin ku berê li parêzgeha Wanê hatibû pêşandan. Her di van deman de konserên şeş hunermendên Tirk jî hatine hilweşandin.