Keça kurd, 7 salî ye û 7 çîrok nivîsiye!

29-05-2015
RÛDAW
A+ A-

 

 

Di 3 saliya xwe de fêrî xwendinê bûye. Di 5 saliya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Çîroka xwe ya yekem di 5 saliya xwe de nivîsandiye. Niha jî temenê wê 7 sal û heta niha 7 çîrok nivîsandine. Delalîka wêjeya kurdî Hîva Yûce pirsên Rûdawê bersivand.


Rûdaw: Min ev kitêba te ya yekem, Reqên Zeryayê û Çîroka Wan çar caran xwend.  Pir meraq dikim, te ev kitêb di çend mehan, çend salan de nivîsand?


Hîva Yûce:Min ev pirtûk di hefteyekê de nivîsand. Dawiyê min sererast kir. Şeş çîrokên min ên din jî hene jixwe. Mesela yek ji wan ‘’Beqa Biçûk Wenda Bû’’ ye, herî dawî min ev nivîsand. Reqên Zeryayê û Çîroka Wan pirtûka min a yekem e. Ez pênc salî bûm min nivîsand.


Rûdaw: Reqên Zeryayê û Çîroka Wan di dawiyê de bi pirsekê diqede, te gotiye ‘’Di dawiyê de çi bû?’’ Te çima çîrok bi pirsekê qedandiye?

Hîva Yûce:
Ezê berdewama wê çîrokê binivîsim. Zarok dikarin li ser pirtûkê dewama wê binivîsin, eger ku bixwazin wêneyê wê jî dikarin çêkin. Di xeyala wan de çi hebe dikarin binivîsin jî.


Rûdaw: Ez ne zarok im lê ez çi bikim?

Hîva Yûce:
Tu jî dikarî xeyala xwe binivîsî.


Rûdaw: Xeyal neman Hîva.. , tu hem çûyî fuara Amedê hem jî ya Mêrdînê. Li gor te çawa bûn fuar?

Hîva Yûce:
Pir kes nehatibû fuara Mêrdînê, kesên hatibûn jî ji bo kêfê hatibûn, ne ji bo fuarê. Ji ber vê li Mêrdînê min tenê 2 heb pirtûk îmze kirin. Kes nehat yanî. Li Amedê min 25 heb pirtûk îmze kirin. Li Amedê pirr xweş bû, min pir hez kir, ji bo nivîskaran jî min pirtûk îmze kir. 

Rûdaw: Li Amedê li hêlekê Kurdî heye li hêlekê Tirkî, tu wek nivîskareke ku bi kurdî dinivsîne li ser duzimaniyê çi dibêjî?

Hîva Yûce: Bavê min û diya min her şev ji min re bi kurdî û tirkî çîrokan dixwînin. Bi her zimanî pirtûk hene di pirtûkxaneya min de. Ez bi tirkî nizanim çîrokan binivîsim, nikarim. Ji bo xwendinê îllem Kurdî îllem Kurdî nabe, gerek ê din jî em bixwînin. Kurdî, Tirkî, ez piçekî Ingilizî jî zanim.


Rûdaw: Oooo, how old are you?


I am seven, ez heft salî me yanî.


Rûdaw: Ji nivîskaran her dipirsin,’’Tu çima dinivsînî?’’ Bersiveke te heye bo vê pirse?


Hîva Yûce: Pirtûk xweş in, em di pirtûkan de tiştan hîn dibin. Ne wisa? Ji bo viya ez dinivîsim.


Rûdaw: Eger tu liser vê roportajê çîrokekê binivsînî, tu dê çi binivsînî?

Hîva Yûce: Ez ê bêjim ‘’Hebû tunebû, bavê min û diya min her şev ji min re pirtûk dixwendin. Ez pênc salî bûm, dawiyê min jî rojekê pirtûkek nivîsand. Dawiyê yekî xwest bi min re roportajekê bike. Ez çûm, wî ji min pirs pirsî. Carna em dikeniyan. Pişoyeke reş jî hat cem me, derbas bû çû.


Rûdaw: Spas Hîva. Bangeke te heye bo zarokan?

Hîva Yûce: Bila zarok pirtûkan bixwînin. Xweş e pirtûk, baş e!


PORTRE / HÎVA YûCE


Di sala 2007an de li Amedê ji dayûk bû. ‘’Reqên Zeryayê û Çîroka Wan’’ pirtûka wê ya yekemîn e.









Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst