Gerdenzerî yê Koma Wetan bi 'Rojbaş Amed/Veger' hat

Stenbol (Rûdaw – DÎHA) Albuma solîstê Koma Wetan Kerem Gerdenzerî ya bi navê 'Rojbaş Amed/Veger' û "Bayê Payîzê" û albûma hûnermend Aygul Erce `Stranên ji Êşê re` ji Kom Muzîkê derketin.

 

Albuma yek ji endamê Koma Wetan Kerem Gerdenzerî `Rojbaş Amed/Veger` û digel yekemîn albûma Koma Wetan a bi navê 'Bayê Payîzê' bi du CD'an bi hev re derketin. Kerem Gerdenzerî di jiyana xwe ya 41 salan a hûnerî de ji albuma xwe ya di Kom Muzîkê de derket qapaxa albuma xwe ya di sala 1989'an de weşand cih dayê.

 

Di albûma Gerdenzerî ya 5'emîn a bi navê `Rojbaş Amed/Veger` de gelek stranên nû hene. Gerdenzerî di albûma xwe de cih da hinek staranên xwe yên berê jî.

 

Di Kom Muzîkê de albuma Hunermend Aygul Erce a bi Kurdî û Tirkî ya bi navê 'Stranên ji Êşê re' jî derket. Ece di albûma xwe de cih dide 10 starana û ji wan stranan 5 stran ên wê bi xwe ne.