Grûpa Govend a Urmiyê serdana Başûrê Kurdistanê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Çend kesek ji grûpeke govendê ya 15 kesî, ji bajarê Urmiya Rojhilatê Kuridstanê  serdana Başûrê Kurdistanê kirin. Wan cilûberg û mûzîkên taybet bi govendên xwe jî bi xwe re anîne û li li bajarê Hewlêrê, wan xwest çend govendan bigêrînin.

Piştî belavbûna virûsa Coronayê, ev yekem car e ji rojhilatê Kurdistanê Grûpa Govendê ya Urmiyê derdikevin, çalakiyên wan di 2 salên derbasbûyî de, bi riya Online bûn û çend xelatên navdewletî jî wergirtine.

Vê carê çend kesên ji wê grûpê, karên meydanî li bajarên Başûrê Kurdistanê ezmûn dikin, bêyî pilan û agehdariyeke di berê de, li her ciheke guncaw dest bi govendên xwe dikin.

Xelkê ku bi her sedemekê bi wê derê re derbas dibe jî, demekê radiweste û giovendekê dibîne, hinekan yekem car e ku ev govend dîtine.

Karkirina ji bo grûpeke hunerî ya serbi we û bêyî piştgirya hikûmî ya rêxistinî, karekî zehmet e, berdewamiya wî karî, vize û hewildaneke zêde dixwaze.

Pilanên wan hene ku ji niha û şûn de, eger corona rê bide û desteke alîkariyê jî dirêjê wan bibe, çalakiyên xwe debrasî qadên navdewletî bikin, ji ber ku bi riya online wan nîşan daye ku di cantayê wan de hunereke veşartî heye ku nîşanî cîhanê bidin.