Messiyê Bexdayê golek din jî avêt

 

Navenda Nûçeuyan - Fîlma  derhênerê sînemayî yê kurd Sehîm Omer Xelîfe ya bi navê "Messî yê Bexdayê" xelateke din wergirt.

Fîlma  "Messiyê Bexdayê"  li 50. Festîvala Fîlman a Navneteweyî a Îrvîn a li Amerîkayê, weke fîlma herî baş hat xelatkirin.

Fîlmê Messiyê Bexdayê bi hevbeşiya hikûmetên Îmaratê û Belçîkayê hatiye amadekirin. Ev fîlm behsa xewna zarokekî xwedî pêdawîstiyên taybet dike, ku dixwaze di qerebalix û nerêkiya Bexdayê de arezûyên xwe bi cih bîne. Ew jî dîtina lîstikvanê arjantînî Lionel Messi ye.

 

Dîmenên vî fîlmî li bajarokê Zaxoyê û  Rebîe hatin kişandin. Ev film jî heta niha beşdarî çendîn festivalên cihanî bûye û çendîn xelat jî wergirtine.

Sehîm kî ye?

Sehîm Umer Xelîfe sala 1980yî li derdora Zaxoyê jidayik bû. Li Zaxoyê xwendina seretayî û amadeyî bi dawî kiriye. Sala 2000î beşê jimêryariya peymangeha teknîkî ya Duhokê bi dawî dike û sala 2001ê berê xwe dide Belçîkayê û li wir dibe penaber. Sala 2004ê jî li zanîngeha Sint-Lukas dest bi xwendina sînemayê kir.

Di 2009ê de wî bawernameya masterê di warê deranîna sînemayê de wergirt. Nameya mastera wî fîlmekî bi navê Nan bû, ku xelata baştirîn fîlmê xwendekarên Belçîkayê wergirt. Nirxê wê xelatê jî 60 hezar Euro bûn.