Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, Navenda Yekpar 2emîn Konser û Pêşangeha Melodiyên Payîzê li dar xist.
2emîn Konser û Pêşangeha Melodiyên Payîzê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi rêv e çû.
Di konserê de 10 stran ji aliyê hunermend Sîdar Ibrahîm hatin pêşkêşkirin.
Di heman demê de jî pêşengeh hat birêvebirin û 15 hunermendan 60 tabloyên xwe nîşan dan.
Konser û Pêşengeh dê 2 rojan berdewam kir.
Rêveberê Navenda Yekparê Beyar Dîno ji Rûdawê re got ku ew dixwazin salane mîna îsal konser û pêşengeha bi rê ve bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse