Li Qamişlo Festîvala Helbesta Kurdî dest pê kir

28-10-2022
RÛDAW
Nîşan Festîvala Helbesta Kurdî Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê îro Înê Festîvala Helbesta Kurdî dest pê kir.

Festîvala Helbesta Kurdî ya li Qamişloyê îro Înê 28ê Cotmeha 2022an di demjimêr 10:00an de li Hola Zana dest pê kir.

Endamê Komîteya Amadekar Şerîf Birhik ji Rûdawê re got 40 helbest gihîştine ber destê Komîteya Amadekar ji bo ku di festîvalê de bêne pêşkêşkirin.

Endamê Komîteya Amadekar Şerîf Birhik dibêje ev 3 meh in ew ji bo Festîvala Helbesta Kurdî kar dikin.

Her wiha hejmarek dengbêj û hunermend jî di Festîvala Helbesta Kurdî de beşdar in.

Di Festîvala Helbesta Kurdî de, wê pirtûka berhemên gera derbasbûyî bê belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst