Hanî: Bi projeyeke cîhanî vedigerim Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Hanî yek ji hunermendên herî navdar ên Kurd e, ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye û li Almanyayê dijî. Karên wê yên hunerî li Başûrê Kurdistanê deng vedaye û binavûdengbûna wê jî li vir bûye.

 

Hanî ku bû demek ti berhemeke hunerî pêşkêşî hezkiriyên xwe nekiriye, dibêje ku ew ji karên hunerî dûr neketiye û nikare bê huner bijî, tenê ji ekranên Kurdî dûr ketiye.

 

Hunermend Hanî di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re behsa jiyana xwe ya taybet û hunerî kir.

 

Rûdaw: Bû demeke dirêj e tu derneketî ekranan, sedem çi ye? Gelek kes dibêjin Hanî dest ji hunerê berdaye.

 

Hanî: Min dest ji hunerê bernedaye û ez nikarim bê huner bijîm. Huner hemû jiyana min e, lê belê em dikarin bibêjin ku bû demek ez ji ekranan dûr ketime.

 

Gelo tu netirsiyayî ku hezkiriyên de ji te hêrs bibin?

 

Min berê bi awayekî wisa kar kiriye ku hezkiriyên min wisa bi hêsanî ji min hêrs nabin. Hêza hunera min bi cureyek bûye ku xelk Hanî ji bîr neke.

 

Berhemên te yên hunerî, gelo hest pê tê kirin ku peyama siyasî li paş wan heye?

 

Ez li welatekî jidayîk bûm ku huner ji bo jinan qedexe ye. Nîşandana por ku ji bo jinan tiştê herî ciwan e, qedexe ye. Lewma dikarim bibêjim her tiştên min peyamên siyasî li paş hene. Ez bi siyasetê nan dixwim û bi siyasetê xwarin çêdikim, bêguman stranên min jî ji bo desthildar û xelkê Îranê peyamên siyasî ne.

 

Berî niha te behsa wê yekê kiribû ku dema tu zikê diya xwe de bûyî, dayîka te tu nexwestî, dikarî vê çîrokê ji xwendevanên Rûdawê re qal bikî?

 

Dema ez pênc salî bûm dayîka min ji min re qal kir. Gava ew ducanî bûye û ez di zikê wê de bûme, wê ez nexwestime û hewl daye ku min bikuje. Min ev ji devê wê bihîstiye. Ez ji zaroktiyê ve bê dayîk û bê bav mezin bûme. Çaxa bavê min koça dawî kir, ez gelek biçûk bûm. Piştre jî li cem diya xwe nedimam, li cem dapîra xwe bûm.

 

Gelo niyeta te tine bi yekcarî vegerî Kurdistanê?

 

Enerjî û gelek projeyên min hene daku vegerim Kurdistanê, lê dixwazim li vir bibêjim ku pêwîstiya min bi piştgiriyê heye. Divê em Kurd dest bidin destê hev û bi hev re kar bikin. Bes e dijatiya hev şikandina hev. Divê em pişta hevdu bigrin û bi hev re kar bikin daku em pêş bikevin û serkeftî bin.

 

Gelo dijatî li te hatiye kirin?

 

Belê hatiye kirin, lê dijatiyên wan jî xweş bûn.

 

Tê gotin ku Hanî sê car zewiciye, gelo ev rast e?

 

Ez dixwazim li vir dawî li vê mijarê bînim, ev ji rastiyê dûr e. Ez tenê carekê zewicîme.

 

Te behsa hatina xwe ya bo Kurdistanê kir, projeyên te çi ne li Kurdistanê?

 

Weke min got, enerjiya min tije ye, ez dixwazim werim Kurdistanê û projeyeke min a cîhanî heye. Niha bi hinek hevalên min ên nêzîk re li ser van projeyan diaxivim. Di demeke nêz de ezê projeyên xwe cîbicî bikim û li ser bixebitim. Ez bawer im dê projeyeke baş be.

 

We berê çend karên hevbeş bi hunermendên Almanî û Ewropî kirin, gelo dê siberoja wan karên we çi bibe?

 

Niha li Almanyayê peywendiyên min ên gelek baş hene. Ez li gel hunermendên Ewropî dixebitim û ez dê meha bê li operaya herî mezin a Almanyayê stranan bibêjim. Bêguman dema ez li wir stran dibêjim, weke jineke Kurd dibêjim û stranên min jî bi Kurdî ne, hevaltiya grûpekê dikim.

 

Projeyên we yên ji bo hezkiriyên we yên Kurdistanê çi ne?

 

Ez dixwazim konsereke stranan bikim. Herwiha di demeke nêz de ezê çend stran û klîpên nû belav bikim. Niha hemû amadekarî hatine kirin û di demeke nêz de hezkiriyên min li vir li Kurdistanê dê klîpên min ên herî nû yên stranan bibînin.