Konsera Îrem Derici ya li Xarpêtê ji ber partiyên siyasî hat betalkirin

28-09-2022
RÛDAW
Nîşan Îrem Derici Konser Xarpêt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsera hunermenda navdar a Tirk Îrem Derici, ku ji aliyê HUDA-PAR, Partiya Seadet û Partiya Yeniden Refah (Ji Nû ve Xweşguzarî) hedef hatibû nîşandan a li parêzgeha Xarpêtê hat hilweşandin.

Hunermend Îrem Derici dê roja 30ê Îlonê di Festivala Gastronomî û Kutilka bi Salçe li bajarê Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê konserek bida. Lê di serî de HUDA-PAR û Partiya Seadet û Partiya Yeniden Refah (Ji Nû ve Xweşguzarî), bi hinceta ligel nirxên menewî yê Xarpêtiyan nagunce û piştgiriya LGBTyiyan dike dijî konsera Îrem Derici derketin û daxwaz kirin konser bê betalkirin.

Piştî daxuyaniyên partiyan Serokê Odeya Şîranîfroşên Xarpêtê Zulfu Tarhan ku ji organîzatorê festivalê ye ragihand ku dê konsera Îrem Derici bê betalkirin û got: “Em dê ji ber zextên hinek saziyên sivîl û partiyan biryara betalkirina konsera Îrem Derici bidin.”

Îrem Derici piştî betalkirina konserê li ser hesabê xwe yê Instagramê nivîsiye: “Ez bawerim ev ne daxwaza Xarpêtiyan e. Her dem peywendiyeke me ya taybet hebû. Ez di ser partiyan û siyasetê re me. Ez hunermend im. Bi milyonan kes guhê xwe didin stranên min. Hûn nikarin bikevin navbera min û hezkiriyên min.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di demên dawî de di serî de hunermendên Kurd hejmareke zêde ya konseran tên betalkirin. Herî dawî 27ê Îlonê konsera hunermedê Kurd Mem Ararat a li Mêrsînê ji aliyê parêzgariya Mêrsînê ve hatibû betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst