Tirkiye nahêle nivîskarên kurd derbasî Rojava bibin

Hewlêr (Rûdaw) – Dewleta Tirkiyê nehîşt komek nivîskar û rewşenbîrên kurd bo şopandina rewşa kurdên Rojava derbasî wî beşê Kurdistanê bibin. Nivîskarên kurd jî ji şev heta sibehê li ber deriyê sînorê Dirbêsiya Bakûr çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, komek endamên Komeleya Nivîskarên Kurd bo ku derbasî Rojava bibin û rewşa kurdên Rojava ji nêzîk ve bişopînin, duh (27.09.2013) ji bajarê Amedê çûn Mêrdînê.

Li gorî nûçeyê, nivîskarên kurd bo ku derbasî çûn bajarokê Dirbêsiyê yê navçeya Qosera Mêrdînê û xwestin ji deriyê sînorî yê Dirbêsiyê (Şenyurt) re derbasî Rojava bibin lê ji aliyê walîtiya Mêrdînê ve hatin astengkirin, ji ber wê jî nivîskaran serî li wezareta karûbarên hundir dan bo wergirtina destûrê.

û li wir jî  ku ji bo balê bikişînin ser girtina deriyên sînor ên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de duh xwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, ji ber astengiyan nekarîn derbas bibin. Nivîskarên ku li benda bersiva Wezareta Karên Hundir man şeva xwe li ser sînor derbas kirin û serê sibehê jî kursî danîn ber sînor dest bi çalakiya nivîsandinê kirin lê wezareta hundir jî destûr neda.

Lewma nivîskarên kurd li ser sînor man û li wir çalakiya rûniştinê saz kirin.

Derheqê vê yekê de hevserokê komeleya nivîskarên kurd Mehmet Yildiz diyar kir ku ew dixwazin serdana Rojava bikin û êş û elemên kurdên wir bibînin û wiha got: “Lê nehîştin em derbas bibin. Ji ber wê jî me çalakiya rûniştinê saz kir û em heta sibê ranezan. Emê li vir bimînin heta ku em derbasî Rojava dibin û emê çalakiyên cur bi cur saz bikin.”

Endama komeleyê Gulgeş Deryaspî jî nêrînên xwe li ser vê mijarê anî ziman û diyar kir ku sînorê ku di navbera beşên Kurdistanê bi taybet Rojava û Bakûr de hatiye kişandin, malbat ji hev veqetandiye çimkî beşek ji malbatê maye vî aliyê sînor û beşek jê jî maye aliyê din ê sînor.

Gulgeşê bang li nivîskar û rewşenbîrên turk jî kir ku serdana sînor bikin û eger birastî alîgirên mirovên mezlûm in bila werin tevlî çalakiya wan bibin û wiha got: “Ji ber ku heta neyên vê rewşê nebînin zilma dewletê nabînin.”

Komeleya Nivîskarên Kurd di sala 2004an de bi navê Kurd PEN - Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê bi awayekî fermî hatiye vekirin. Ji sala 2007an û pê ve gotina PENê ji ser navê xwe rakiriye û têkiliyeke wê bi PENa Navnetewî re nemaye.

Her wiha, kongreya 8an a PENa Kurd di 18-19ê gulana 2013an de li Amedê hatiye amadekirin û di encama vê kongreyê de komîteya nû ya birêveberan hate hilbijartin ku ji heft endamên sereke û du endamên yedek pêk tê. Di 2013an de serokê PENa Kurd Şêxmûs Sefer e, cîgira serok Berîvan Doskî û sekreter Kekşar Oremar in.

Gulgeş Deriyaspî