LI HÊVIYÊ BIN - Hesen Şerîf ‘Kurdmedar’ê derdixe!

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Hesen Şerîf dê di demeke nêzîk de berhema xwe ya dawî ya bi navê Kurdmedar derxe.

Hesen Şerîf di daxuyaniyeke rojnamegeriyê ya ku kopyayeke wê ji Rûdawê re şandiye de anî ziman:

“Kurdmedar ji aliyê hevalê min ê hêja Emîn Botanî ve hatiye nivîsandin û awaza wê jî ji aliyê wî ve hatiye danîn.

Ez dikarim bibêjim ku zêdetirî 40 salan e min ji bo milet û welatê xwe dest bi stranbêjiyê kiriye, ti carî bi qasî niha kêfxweş nebûbûm.

Ji ber ku bi rastî gotinên Kurdmedarê hem wekî Kurdekî û hem jî wekî stranbêjekî dil û derûna min geş kir.”

Hunermend Hesen Şerîf li ser berhema xwe ya nû her wiha anî ziman:

“Ez di wê baweriyê de me ku her Kurdekî pak û dilsozê doz û axa Kurdistanê û her dildarê cîhana muzîk û stranê dê bi bihîstina wê kêfxweş bibe.

Ji ber ku bi hemû pîvanan karekî bilind e û gotina dilê her Kurdekî dilsoz e ku serfiraziya welêt daxwaza wî ya sereke ye.”

Hesen Şerîf da zanîn ku hunermend Elî Şakir karê herî xweş ji bo stranê kiriye û di jenînê de afirandineke bê hempa kiriye.

Hunermend pesnê rola xwediyê Studyoya Ro Music Roşinê ku li Stockholmê ye Gursel Dayan da ku li ser berhemê xebitiye.

Wî her wiha ji ber dilsozî û xemxwariya wî ya ji bo grafîk, reklam û hûrgiliyên hunerî spasiya helbestvan û hunermend Îsa Botanî kir.