Cundiyanî bîranînên xwe yên pêşmergetiyê dinivîse

28-08-2017
Sîrwan Ebas
Nîşan Azad Cundiyanî YNK Pirtûk Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û siyasetmedarê kurd Azad Cundiyanî niha mijûlê nivîsandina bîranên xwe yên serdema peşmergebûnê li çiya û bajêran dinivîse û bi niyete di dema pêş de çap bike.

 

Derbarê vê yekê de Azad Cundiyanî ji Rûdawê re ragihand, ku piştî ji siyasetê dûr ketiye, niha zêdetir dema xwe ji bo xwendin, nivîsandin û lêkolîna li ser mijarên edebî û siyasî terxan dike û herwiha encamên lêkolînên xwe jî ji Serokê Herêma Kurdistanê re dişîne.

 

Cundiyanî got: “Min dest bi nivîsandina bîranînên xwe yên serdema pêşmergetiya çiya û bajêr, herwiha berpirsiyariya min a nav refên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê kiriye. Di paşerojê de ez dê çap bikim û belav bikim.”  

 

Azad Cundiyanî, ku berî Endamê Mekteba Siyasî yê YNKê bû, diyar kir: “Şiroveyên siyasî, lêkolîn û nêrînên xwe yên derbarê Kurdistanê û serxwebûnê de dinivîsim, ji bo Serokê Herêma Kurdistanê dişînim. Di paşerojê de dê wan jî bikim pirtûk.”

 

Azad Ebdulwehab Mihemed Elî (Azad Cundiyanî) di sala 1955ê de li navçeya Rewanduzê ya Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji ber karê siyasî, di qonaxa yekemîn de dest ji Peymangeha Hunerê berdaye.

 

Cundiyanî di destpêka salên 1970ê de bû endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê. Di sala 1981ê de bû pêşmerge. Demekê berpirsê malbenda 6 a Soranê bû û paşî bû berpirsê malbenda 3 ya Hewlêrê.

 

Azad Cundiyanî demekê bû Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê ji bo karûbarên ferhengî û siyasî. Di duyemîn kongreya YNKê de weke endamê serkirdetiyê hate hilbijartin. Di kongreya sêyemîn de jî weke endamê yedek ê polîtbûroya YNKê hate hilbijartin.

 

Nivîskar Azad Cundiyanî çend salan sernivîserê rojnameya Kurdistana Nû bû. Roja 9ê Sibata 2017ê nameya dest ji karkişandina xwe pêşkeşê cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê kir.  

 

Azad Cundiyanî heta niha 5 pirtûk çapkirine û 2 ji wan pirtûkan ên helbestan in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst