Hejmara nû ya Kovara Temaşeyê derket

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Kovara Temaşe Sînemaya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Temaşeyê ku taybet bi sînemayê ye, li ser malpera xwe hat weşandin.

Hejmara 9an a Kovara Temaşeyê bi awayekî PDFyê hat weşandin.

Kovar her 3 meh carekê bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî, Zazakî û Soranî tê weşandin û digihije ber destê xwîneran. 

Ev hejmara 9an jî bi bergê derhênerê Kurd Aram Dildar gihîşt li ber destê xwînerên xwe.

Kovara Temaşeyê ne tenê li ser sînemaya Kurdî, di heman demê de li ser sînemaya navneteweyî jî dixebitê.

Di vê hejmarê de jî dîsa çend nivîsên cuda li ser sînemaya cîhanê û sînemaya Kurdî hene.

Xwedî, berpirs û edîtor Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus in.

Ridwan Xelîl bi edîtorî û rûpelsazîya xwe, Remezan Badem jî bi redaktoriya xwe ya Kurmancî, Mutlu Can jî bi ya Kirmanckî/Zazakî, Armanc Dayan bi alîkarîya medyaya civakî, edîtorî û herî dawî Amedhesen jî bi şêwirmendîya xwe di Temaşeyê de cih digirin.

Kovar her demsal ango 3 mehan carekê dihate weşandin lê ji ber kar û barên kovarê û meseleyên aborî êdî dê çar mehan carekê were weşandin.

Naveroka hejmara 9an a Kovara Temaşeyê:

Derhêner Ousmane Sembene bi fîlm û mijarên xwe hatiye nivisandin.

Derhênerê Kurd ê ciwan Aram Dildar roportajeke têr û tije daye kovarê û him li ser fîlmê xwe him jî li ser rewşa sînemayê diaxive.

Ji bilî van dîroka sînemaya dinyayê û ya Kurdî û hin term û mijarên li ser sînemaya Kurdî tê de cih digirin.

Analîzeke helbestkî li ser fêlma Bîraxaneyê hatîye çêkirin.

13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê jî bûye mijarên vê hejmarê.

Dewama nivîsa li ser Mînîmalîzmê li vê hejmarê didome.

Kovara Temaşeyê fîlmên rojeva me jî dane nasandin û bi navê termên sînemayê ferhengokek amade kiriye.

Kovara Temaşeyê bi sermiyaniya Kurdî û Kurdewarî berê xwe daye sînemaya cîhanê û ji wir dîsa vedigere mala Kurdan û sînemaya Kurdî dide temaşekirin.

Ji bo hejmara heştan a kovarê hûn dikarin li vir bitikînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst