Li Wanê sempozyûma Feqiyê Teyran destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê "Sempozyûma Navneteweyî ya 3yemîn a Feqiyê Teyran û Mîrasa Wî" ku bi hevkariya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU) û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tê lidarxistin, dest pê kir.

Ji bilî  ji welatên cuda, li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 60 akademîsyenên ji zanîngehên cuda û her wiha xwendekar beşdarî sempozyûmê bûn ku li salona konferansê ya Fakulteya Zanistên Îqtisadî û Îdarî ya Zanîngeha Wan Yuzuncu hat lidarxistin.

Rêvebirê Giştî yê  Zanîngeha Wan Yuzuncu Prof. Dr. Hamdullah Şevlî di merasima destpêkirina sempozyûmê de axivî û diyar kir ku ew kêfxweş û bi kelecanî ne ku mazûvaniya sempozyûmê dikin ku dê 3 rojan bidome.

Biryar e Sempozyûma Navneteweyî ya 3yemîn a Feqiyê Teyran û Mîrasa Wî di 30ê Gulanê de bi dawî bibe.