Lîstikvanên fîlma “xaka şîrîn û bîber a min”: Em kurd in nek tirk

28-05-2013
Sasan Kotolî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstikvanên fîlma kurdî ya bi navê “My Sweet Pepper Land” (Xaka şîrîn û bîber a min) ku wek takefîlma kurdî beşdarî 66. Festîvala fîlman a Cannes a Fransa bibû, gazinde li medyaya tirk dikin û dibêjin: “Em kurdên Tirkiyê ne nek tirk.”


66. festîvala fîlman a Cannesê îsal di navbera 15-26ê Gulanê de hat sazkirin. Di festîvalê de takefîlma kurdî ya bi navê “Xaka şîrîn û bîber a min” ku ji aliyê derhênerê kurd ê başûrê Kurdistanê Huner Selîm ve hatibû kişandin, beşdar bibû û di kategoriya “nihêrînek taybet” de bi fîlmên din re ketibû nav hevrikiyê.

Yek ji lîstikvanên fîlmê bi navê Mîr Murad Bedirxan ku beşdarî festîvala Cannesê bibû, li ser navên lîstikvanên din ên fîlmê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku di fîlmê de 6 lîstikvan rol girtibûn ku 5 jê kurdên Tirkiyê û yek jê jî lîstikvana îranî ya bi navê Golşîfte Ferahanî bû.



Lîstikvanê fîlmê Mîr Murad Bedirxan 

Mîr da zanîn ku fîlma “Xaka şîrîn û bîber a min” bi şêwazê fîlmên Western hatiye kişandin û heyama wê jî 100 xulek e û wiha got: “Di festîvalê de fîlma me gelekî hat ecibandin û ji aliyê herkesî ve şiroveyên erênî li ser hat kirin û beşdar û temaşevanan carek din bedewbûna Kurdistanê dîtin.”

Li gorî agahiyên Mîr Murad Bedirxan, fîlma Huner Selîm li gundekî nêzîkî sînorê Iraq û Tirkiyê yê başûrê Kurdistanê hatiye kişandin û kişandina fîlmê 40 rojan dom kiriye.



ekîba fîlmê li festîvala Cannesê 

Lîstikvan Mîr Murad Bedirxan gazinde li medyaya Tirkiyê kir ku ew wek “tirkên ku di festîvalê de hatine jibîrkirin” nîşan dane û wiha anî ziman: “Me li wir nûnertiya dikir lê medyaya Tirkiyê tenê behsa lîstikvanên Tirkiyê Hulya Avşar û Cansu Dere kirin gotin tenê ew li ser ferşa sor a festîvalê de meşiyane û em jî wekî ‘tirkên jibîrkirî’ dane xûyakirin. Lê bila bizanin em tirk nînin û em kurdên Tirkiyê ne û me li wir nûnertiya kurdên Tirkiyê kir.”

Navên lîstikvanên fîlma “Xaka şîrîn û bîber a min” wiha ne: Golşîfte Ferahanî (îranî), ji Kurdistana Tirkiyê Korkmaz Arslan, Suat Usta, Mîr Murad Bedirxan, Feyyaz Duman û ji başûrê Kurdistanê jî Tariq Akreyî.

Çîroka fîlmê:

Zilamekî bi navê Baran li Hewlêrê ji bo aştiyê xebat dike, piştî ku erka xwe diqedîne û mala xwe dibe deverekî li ser sînorê Iraq, Tirkiye û Îranê. Lê ew der deverek aloz bûye. Xelkê wê derê Baran qebûl nakin. Lê Barzan dîsa li ser karê xwe rijd e. Li wir jina bi navê Govend dibîne. Govend li wî gundî mamostatiyê dike lê ew jî mîna Barzan nayê hezkirin. Ew jî ji bo azadî û serxwebûna gelê xwe xebat dike.  Li wê derê axayek heye navê wî Ezîz axa ye. Ezîz axa û merivên wî dibin bela serê Govend û Baran…



dîmenek ji fîlma “xaka şîrîn û bîber a min”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst