Kilama Hesen Zîrek bi forma rock dadirêje

28-04-2018
RÛDAW
Saman Taha kilameke Hesen Zîrek bi forma rock dadirêje
Saman Taha kilameke Hesen Zîrek bi forma rock dadirêje
Nîşan Hesen Zîrek Rock Kilam Stran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piyanojenê Kurd Saman Taha ku li Swêdê niştecih e, kilameke Hesen Zîrek, bi forma muzîka rock, bi şêwazeke nû berhem anî ku yekem car bi rêya Rûdawê belav dike.

 

Xebata li ser kilamên klasîk û dariştina wan bi formeke nû, bûye nerîteke nû ya hunermendên li derveyî Kurdistanê. Hinek ji wan bi şêweya cazz, hinek hunermend bi awayê senfonî û herî dawî jî Piyanojenê Kurd Saman Taha kilameke Hesen Zîrek, bi forma muzîka rock dadirêje.

 

Saman Taha diyar dike ku xebatên Hesen Zîrek, ne tenê beşek ji yadîgariyan e, herwiha dengek e ji bo hemû nifşan.

 

Taha eşkere dike, şanazî bi xebata xwe dike ku awazên Hesen Zîrek cardin zindî dike û ev xebat li ba wî gelek mezin e.

 

Saman Taha zêdetirî 10 sal e li welatê Swêdê dijî û di warê muzîk, dabeşkirin, awazdanîn û jenîna piyanoyê de pispor e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst