Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar Nesrîn Rojkan 5 çîrokên nivîskarê Îrlandî Oscar Wild bo Kurdî wegerand û biryar e di demeke nêzîk de ji aliyê Weşanxaneya Morî Zarok ve werin belavkirin.
Pirtûka Oscar Wilde, ya bi navê "Mîrzayê Dilşad" ku di sala 1888an de çap bûye û di pirtûkê de 5 çîrokên wî hene, niha jî bi wergera Nesrîn Rojkan êdî Kurdî ne û di demeke nêzîk de ji aliyê Weşanxaneya Morî Zarok ve tê belavkirin.
Nivîskar tevn û mijara çîrokên xwe piranî li ser hezkirin û xwehezîyê ava kiriye. Her wekî din di hin çîrokan de xweşikbûn, kirêtî û qencî bûye mijara çîrokên wi. Zarok dê bi saya van çîrokan fêrî hezkirin, dostanî û berxwedanê bibin. Her wekî din kesên nûciwan û mirovên temenmezin jî bi xwendina van çîrokan dê li xwe mikur bên û di deryaya xeyalên zarokan de avjenîyê bikin.
Nesrîn Rojkan ku li Swêdê dijî û kare wergeriyê dike ji Rûdawê re behsa vê berhem û xebatên xwe kir.
Rojkan got: “Di vê pirtûkê de min pênc çîrokên jê hez dikim hilbijart. Bilbil û Gul, Dêwê Xwehez, Mîrê Ciwan, Zarokê Stêrîn û Mîrzayê Dilşad. Min ev berhem di mehek de qedand. Lê ev demek bû li benda çapê bû. Çîroka herî bandor li min kir çîroka Bilbil û Gulê ye. Hûn bixwînin dê bandor li we jî bike.”
Çima û çawa biryar da wergêriyê bike?
Rojkan da zanîn ku karê wê yê rojane jixwe wergêriya devkî ye got: “Min gelek karên din jî ceribandin, lê kare herî xweş bi min wergêrî ye. Him jê gelek tişt hîn dibim, him jî ji ber ku heroj mijarek din e, kesên din in, tu carî ji kare xwe têr nabim. Di dema niha de rojane bi sê zimanan wergêriyên devkî dikim. Ev karê min ê rojane wergêriya nivîskî ji min re hêsan dike, sivik dike û ji bo min dibe wek leyîskek û sebrek di tarîstana sar û tenê de. Heya niha min çîrokên zarokan wergerandiye, û lewra tê de zarokiya xwe dijî hê jî. Leyz û zûgotinên zarokiya xwe de, bibîr tînim û di wan berheman de bikar tînim. Wusa pê bawer im ku xwendevan jî hez dikin. Yên zarok leyzên me yên berê hîn dibin, yên gihiştî jî zarokiya xwe dijîn pê re.”
Armanca xwe ya wergerandina çîrokên cîhanî bo zimanê Kurdî jî Nesrîn Rojkan wiha diayr kir: “Çima van çîrokan werdigerînim? Ev çîrok wêjeyên klasik yên cihanê ne. Bi van wergeran ve em wêjeyên cihanê dikin nêv wêjeya Kurdî de. Morî Zarok jî vê erka pîroz daye pêşiya xwe û bi alikariya pirzimanzanan re xebata xwe bi rêve dibe.”
Çima Oscar Wild?
Rojkan bibîr xist ku çîrokên Oscar Wild berê jî bo Kurdî hatine wergerandin û amaje bi wê yekê kir ku her yekê çêjneke xwe ye û derbarê vê yekê de got: “Rast e berê jî çîrokên wî hatine wergerandin lê em mînakek wiha bidin. Her kes dikare xwarina fasulê xweş çêbike, lê herkes çêja destê xwe didê. Her çend heman çîrok be jî taybetmendiya her wergerê cuda ye; ziman/devoka wan, paşxaneya jiyana wan, çanda malbata wan, herêma wan çêja xwarinên wan ango berhemên wan diguhirîne. Hinek kes wek berhema resen dinivîsin, hinek kes hunerê xwe dikin nêv. Êdî dê xwendevan biryar bide ka kîjan bi dilê wan e. Lê di sifrê de hingî xwarinên cuda hebe, ew sifre êdî zengîn e.”
Têkildarî çîrok û nivîskarên wan de jî Rojkan dibêje: “Em bêne ser çîrokên resen ên Oscar. Rast e di çîrokên Oscar Wilde jî wek çîrokên klasik leheng hene, mîr hene, mîrza hene kêybanû, dotmîr hene lê di dawîyê çîrokên wî de ‘ew li wir gihane mirazê xwe, em jî li vir gihane mirazên xwe’ nînin. Di çîrokên wî de êş hene, binketina hêviyan hene, jana wijdanê hene, rexneyên civakî hene, biçûkkirina xwehezan, dijberiya pergalên neheqan heye. Çîrokên wî kontroversiel in ango, dijberî, nihilîstîk in. Çîrokên wî ne ji rêzê ne. Wek wî bixwe.
Oscar Fingal O’Flaharte Wills Wilde 16ê meha 10an sala 1854 de li Dublînê hatiye dinê. Babê wî jî wêjevan bû. Oscar him drama, him êsse (kurteçîrok) û him jî çîrokên li gor wê deme ne jî rêzê dinivîsand wek mînak Portreya Dorian Gray. Berhemên wî di nav civakê de dihatin qedexekirinê. Ew bixwe jî ji ber homesexuelitiya xwe dikeve zindanê û piştê nikarî li Îrlanda û Brîtanyayê bimîne direve Fransayê û 30ê Mijdara 1900an li sirguniyê di hêjarî û nexweşiyê de ji dinê koç dike.”
Herî dawî Nesrîn Rojkan diyar kir ku hinek projeyên wê hene û derbarê wan projeyan de jî ev zanyarî dan: “Pirtûkek bi pênc çîrokan ve çar werger û çîrokek Kurdî niha li ba Çapxaneya Lîsê li benda çapê ne. Pirtûkek jî bi deh çîrokên Kurdî ku wergerîne bo Swêdî li benda redekteyê ne. Pirtukek bi navê Mitolijiya Bakur jî, di destê min de ne niha.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse