Nûbihar kete 25 saliya xwe

Navenda Nûçeyan - Nûbihara ku di Adara 1992yan de weşanxane, piştî heft mehan jî wekî kovareke xwerû ava bûye kete 25 saliya xwe.


Rêveberê Kovara Nûbiharê yê Giştî Silêman Çevik ragihand ku Nûbiharê 25 sal berê li alîkî weşanxane, li alîkî jî bi kovara xwe bi gelek weşanên din re dest bi weşanê kiriye.


Heta niha Nûbiharê çi bi kitêbên xwe, çi jî bi kovara xwe bi hezaran metnên Kurdî çap kirine û ev tişt diyarî edebiyat û zimanê Kurdî kirine.


Bi xebatên li ser dîrok û ziman, bi xebatên folkrîk û bi roman, çîrok, helbest û nirxandinan xebatên xwe yên edebî arşîveke pêk aniye.


Di van salên weşanê de, wekî gelek weşan û kovarên din Nûbiharê jî ji bo Kurdên ji xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe mehrûm bûn, wekî mekteb û medresê kar kiriye û digel gelek xwendevanên zimanê Kurdî, gelek nivîskarên zimanê Kurdî jî di vê mekteb û medresê de perwerde bûne.


Hejmara dawîn 138an a Nûbiharê bi lêkolîn, hîkaye, folklor, ceribandin, biyografî, hevpeyvîn û bi helbestên xwe û bi gelek nivîsan têr û tije ye.