Rûdaw pirtûka ‘Parçebûna Kurdistana Osmanî di Navbera her du Dewletên Sûriye û Îraqê de’ belav dike

27-12-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Parçebûna Kurdistana Osmanî di Navbera her du Dewletên Sûriye û Îraqê de Dr. Azad Ehmed Elî Pirtûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a Rûdawê pirtûka Dr. Azad Ehmed Elî ya bi navê “Parçebûna Kurdistana Osmanî di Navbera her du Dewletên Sûriye û Îraqê de" çap kir û belav dike.

Ev pirtûk lêkolînek e, bi zimanê Erebî ye, hem di pirtûkxaneya Erebî de hem jî di pirtûkxaneyên Kurdî de valahiyekê tijî dike.

Nivîskarê wê lêkoler Dr. Azad Ehmed Elî, di pirtûkê de bi şêwazeke ku xwe disipêre belgeyên corbicor ji gelek çavkanî û referansan rêbazeke zanistî dişopîne.

Dr. Azad Ehmed Elî, bi mebesta ku di dawiya lêkolînê de bigihêje puxte û encamnameyekê ku mijar û xalên sereke yên lêkolînê li ser bingeha hîpotez û girîmaneyên seretayî dihewîne vê rêbazê dişopîne.

Lêkolîn ji danasîna navnîşana “Kurdistana Osmanî” dest pê dike, piştre derbasî rêzbendiya gelek qonaxên dîrokî û siyasî dibe, heta digihêje roja îro.

Di nav de jî lêkoler hin bîroke û nerînên nû derbarê mîrnişîniyên Kurdan nîşan dide.

Nivîskar di heman demê de babeta serxwebûna wan mîrnişîniyan tîne ziman.

Herwiha têrma “Gelên Cîgir” ango gelên ku hebûna xwe ya rêkxistî ji aliyê civakî û debara jiyanê ve, berî formên dewletê yên seretayî geş bibin çespandiye.

Pirtûk behsa xwestek û daxwazên civakên wan gelan dike ku “wan derbirîna xwe dikir û daxwaza mafê rêveberiya herêmî û serweriya xwe li ser herêmên xwe” dikir.

Dîsa cih dide wateya “bajarvaniya gundewarî wekî nîşana berdewamiya wan gelan.”

Nivîskar bi armanca “nehiştina wê nezelaliya li ser gelek pirs, girift û mijarên ku bi dirêjiya sedên salan di bêserûberî û tevliheviyê de dihatin dîtin û bihîstin” di vê lêkolînê de gelek aliyên dîrokî, cografî, siyasî, hizrî, rewşenbîrî û zimanî kirine mijar ku pirtûkxaneyan bi materyaleke zanistî dewlemend dikin.

"Parçebûna Kurdistana Osmanî di Navbera her du Dewletên Sûriye û Îraqê de" bi zimanê Erebî ye û ji 626 rûpelan pêk tê.

Çapa wê ya yekem di dawiya sala 2023yan ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê ve hat çapkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst