Çiyayê Cîlo piştî 30 salî deriyê xwe ji ‘aştî û aramiyê’ re vekir

Colemêrg (Rûdaw/AA) – Piştî 30 salî, Çiyayê Cîlo yê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakûrê Kurdistanê, himbêza xwe ji bo çiyavanan vekir. Çiyavan bo peyama “aştî û aramiyê” hilkişyan Cîlo.

Komeke endamên Klûba Çiyavaniyê ya Klosê ku navenda wê li Stenbolê ye û ji 9 kesan pêk tê, bi slogana "raperîna aştî û aramiyê" hefteya borî serdana navçeya Geverê ya Colemêrgê kir.

Çiyavan, berî hilkişînê çûn gundê Yeşîltaşê yê ku berê wekî navenda operasyon û şer dihat zanîn û 45 km dûrî navçeyê ye û şevekê bûn mêvanê gund û pişt re hilkişyan serê çiyê.

Li herêmê germahiya hewayê 40 pile di bin sifirê de bû. Çiyavan, di nav şert û mercên zor û zehmet de hilkişyanû piştî 3 rojan gihîştin lûtkeya bilind.

Çiyavanan deftera lûtkeyê îmze kirin, wêneyek ji bo bîranînê kişandin û vegeriyan. Çiyavanê bi navê Sonmez Erkaya got: "Bi pêvajoya çareseriyê re, piştî 30 salî em bi slogana 'raperîna aştî û aramiyê' hilkişyan lûtkeya Çiyayê Cîlo."

Çiyavanê bi navê Nacî Ertûnç jî bal kişand ser girîngiya danasîna Colemêrgê û çiyayên deverê û wiha got: "Me ji hêzên ewlehiyê destûr sitand û me dest bi hilkişînê kir. Roja sisiyan danê nîvroyê em gihîştin lûtkeyê. Her çiqas zivistan be jî hewa xweş bû û em bi hêsanî hilkişyan lûtkeyê."

Jina çiyavan a bi navê Zafîr Sezer jî got ku hewa xweş bû û bi hêsanî hilkişyan lûtkeyê û wiha axivî: "Çiyavan ji bo aştî û aramiyê hilkişyan lûtkeyê. Ez bextewar im ku min di nav komeke wiha de cih girt. Înşala hemû mirov vê hilkişînê wek hilkişîna aramî û aştiyê fêm bikin.”